45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye 2021-08-20 09:02:38   AMED - Esnaf Suleyman Canaşan ku li Çarşiya Şewitî 45 sal in kincên kevn difiroşe, anî ziman ku ji ber krîza aborî karê wî jî kêm bûye.    Esnaf Suleyman Canaşan nêzî 45 sal in li Çarşiya Şewitî ya navçeya Sûr a Amedê kincên kevn difiroşe û bi van kincan debara xwe dike. Canaşan, anî ziman ku bavê wî ev kar kiriye û piştî bavê xwe wî dest pê kiriye. Canaşan, da zanîn ku tenê niha 3 kes mane ên vî karî dikin û bi vî karî 8 zarok mezin kirine û got: "Lê em nanoziko dişixulin."    Canaşan, bilêv kir ku kincên kevn bi fiyetekî erzan distîne û serê her perçeyekî herî kêm 5 an 10 lî re jê re dimîne. Canaşan, diyar kir ku gava kincên kevn dikire pêşî wan seh dike bê ka paqij in an na.    Canaşan, bal kişand ser krîza aborî û diyar kir ku welatî êdî ji bo kincên bi 20 lîreyî jî doza daxistinê dikin.    Canaşan, bilêv kir ku karê wî ne wekî berê ye û got: "Bavê min jî 60 salan ev kar kir. Niha ez dikim. Li Amedê niha ên vî karî dikin sûriyeyî ne. Li Amedê niha 12 dikan hene ku karê kincên kevn dikin, ew jî yên sûriyeyiya ne. 45 sal in bi deyn meynan min xirbeyek 2 qatî çêkir. Hê jî deynê wê didim."    Canaşan, diyar kir ku mişteriyên wî yên sereke karkerên çandiniyê yên demsalî û karkerên înşeatê ne û ji ber ku niha karker çûne kar, karê wî jî kêm bûye.    MA / Ergîn Çaglar