Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt 2021-08-20 09:05:37 STENBOL - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê anîn ziman ku heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt û ji bo bidawîbûna tecrîdê bang li civakê kirin ku têbikoşe.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Li girtîgehan jî ji 27'ê Mijdara 2020'an ve li dijî tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger didomin.   Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê xwestin rojek berî rojekê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe.    TECRÎD    Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Zeynep Calihan, bibîr xist ku tecrîda li ser Ocalan 22 sal in bênavber didome û got: "Ev tecrîd ne rast e. Ev ne heq e, ne hiqûq e. Ev tecrîd, li ser gelê kurd pêk tê. Divê her kes bi vê zanibe."    HEGER TECRÎD RABE DÊ AŞTÎ BÊ    Calihan, bilêv kir ku bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî jî û destnîşan kir ku li pişt daxwaza zarokên xwe ne. Calihan, anî ziman ku heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt û got: "Îqtidar naxwaze tecrîd bê rakirin. Ji be rku aştiyê naxwazin, vî tiştî dikin. Ez tecrîdê qebûl nakim. Zarokên me jî dibêjin 'heya tecrîd rabe dê greva me bidome.' Daxwazên zarokên me daxwazên me ne jî."    HAYA KURDAN JI HER TIŞTÎ HEYE    Endama Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê Bîrgul Mûhîkanci jî anî ziman ku ji bo zextên li ser kurdan bi dawî bibin zarokên wan ketine greva birçîbûnê. Mûhîkanci, bilêv kir ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û got: "AKP, ji kurdan re dibêje 'birayê min ê kurd', lê behsa kîjan biratiyê dike. Madem kurd birayê te ne, çima tu nahêlî bi zimanê xwe biaxivin? Çima tu tahdeyê li kurdan dikî? Kurd, baş dizanin hûn çi dikin. Tu malbat naxwaze zarokên wan bedenên xwe bidin ber mirinê. Hea ev zilm hebe, em ê tu carî dev jê bernedin. Dê kurd heya dawiyê bitêkoşin."    ŞER MIRIN E, AŞTÎ JIYAN E    Mûhîkanci, diyar kir ku êdî divê hêsirên tu dayikan nerijin û ji bo vê bal kişand ser xurtkirina têkoşînê. Mûhîkanci, destnîşan kir ku êdî divê dayik bên ce hev du û got: "Gel jî divê bên cem hev du, divê alîkariya hev bikin. Ancax bi vî awayî pêşî li ber mirinê bê girtin. Em Dayikên Aştiyê, dixwazin ev şer bi dawî bibe. Hêsirên van dayikan heman hêsir in. Şer mirin e, aştî jiyan e."    ÇIMA MIRIN?    Dayika Aştiyê Hîkmiye Onel jî berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin demildest divê daxwazên zarokên wan ên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û got: "Zarokên me her roj li ber çavên me dihelin. Ev çalakî biqede jî, dê bedena wan ne ya berê be. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Lewma divê tecrîd bi dawî bibe. Em Dayikên Aştiyê, tenê aştiyê dixwazin. Êdî em naxwazin kes bimire. Ma li cihê jiyan lê hebe, çima mirin? Çima xwe li ber mirinê li nedîtinê datînin?"    DIvÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE    Onel, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê heya aştî çênebe, dê kes rihet nebe û got: "Heger aştî hebe dê her kes rihet be. Li Tirkiyeyê ji her rengî mirov hene. Lê ji ber ku aştî tune, tim pirsgirêk hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêdivî bi aştiyê heye. Ji bo vê jî divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û daxwazên zarokên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin."    BANGAWAZÎ   Dayika Aştiyê Şefîke Çelîk jî diyar kir ku li girtîgehan zext û zoriyên li ser zarokên wan her roj zêde dibin û got: "Civak jî divê ji bo grevên birçîbûnê êdî dengê xwe bilind bike. SIbê heger cenazeyeke ji girtîgehê dekreve, em ê çi bikin? Kes deng ji xwe nayne. Kor bûne, lal bûne. Êdî divê ev bêdengî biqede."    MA / Ferhat Çelîk