MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin 2021-08-20 09:07:49   AMED - Rêvebirê MED TÛHAD-FED'ê Yûsûf Çakas, diyar kir ku dewlet bi kûrkirina tecrîdê dixwaze girtiyan têxe bin kontrola xwe. Çakas, destnîşan kir ku girtî bi her awayî tên tecrîdkirin.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hatin destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'î ve didomin. Rêvebirê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) û endamên Komîsyona Gitîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Çakas, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Çakas, diyar kir ku li hemberî girtiyan pergaleke li ser asasê "hiqûqa dijminatiyê" hatiye avakirin heye û girtîgeh bûne qada binpêkirinên mafan.    Çakas, bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Di germê de, ji bo hinkayiyê tiştekî nakin. Bi perwaneyekê odeyeke 10-20 kes lê dimînin tê hênikkirin. Ji ber ku her der girtî ye û dîwar bilind in, ba jî nayê. Lewma demildest li girtîgehan divê havînan pirsgirêka germahiyê û zivistanan jî pirsgirêka sermayê bê çareserkirin. Girtiyên nexweş ên di ser 60 salî re hene. Ev prisgirêk, pirsgirêkeke ku dibe sedema mirina girtiyên nexweş. Li girtîgehan fatûreyên giran ên ceryanê li girtiyan tên birîn. Ev yek nayê qebûlkirin. Li qawîşên ku 10-15 kes lê dimînin, bi hinceta 'ewlehiyê ' ji girtiyan re dibêjin ancax 'sê kes dikarin bi hev re êne bigirin.' Her wiha nahêlin wêneyyên xwe ji girtîgehine din re bişînin."    ‘POŞMANTÎ TÊ FERZKIRIN’   Çakas, destnîşan kir ku îdareyên girtîgehan bi israr pirsên wekî "hûn poşman in?" ji girtiyan dipirsin û got: "Ên dibêjin 'em ne poşman in, mafên wan ên berdana bişertî tê binpêkirin. Bifikirin hikumxwarek di hemû astên darizandinê de, çi li midûrieta polîsan çi jî li dadgehê sûcê tê îdiakirin qebûl nekiriye û bi israr aniye zimên ku ne sûcdar e, lê radibin mafê berdanê a bi şertî, di 'poşmantiyê' de asê dikin. Jixwe hikumxwar gotiye 'ez ne sûcdar im.' Lewma ev ferzkirin nayyê qebûlkirin. Ev pirs, hem dijî hiqûqê hem jî dijî mantiqê ye."    TECRÎD   Çakas, ji bo polîtîkayên tecrîdê jî destnîşan kir ku divê bi awayekî giştî bê nirxandin. Çakas, anî ziman ku tecrîda li Îmraliê di şexsê Ocalan de pêk tê, di dema pandemiyê de li tevahiya girtîgehan belav bûye û got: "Hemû fealiyetên civakî hatine sekinandin. Girtî û hikumxwar bi her awayî tên tecrîdkirin û nerihetiya xwe ya di vî warî de tînin zimên. Dibêjin li derve her tişt asayî bûye, çima li girtîgehan ne asayî ye. Di vir de ya dertê pêşiya me, li girtîgehan polîtîkaya tecrîdê ye. Lewma girtî û hikumxwar li dijî vê polîtîkayê ji 27'ê Mijdara 2020'an heya niha di greva birçîbûnê de ne. Ev çalakî, li dijî tecrîda di şexsê Birêz Ocalan de pêk tê û bipêkirinên mafan e."    ‘DI GIRTÎGEHÊ DE RAGIRTINA OCALAN BÊHIQÛQÎTÎ YE'    Çakas, bibîr xist ku mafê girtiyan e hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin û got: "Pêkanînên ji xeynî vana hemû tecrîd in. Êdî divê mirov tiştên divê li dijî tecrîdê bên kirin nîqaş bike. Divê bê dîtin bê ev tecrîd bandorek çawa li Tirkiyeyê dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dibêje kesekî ku ji 25 salan zêdetir di girtîgehê de bimîne, ev bêhiqûqîtî ye. Lewma li girtîgehê ragirine hikumxwarin cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn ên di ser 25 salan re û ragirtina Birêz Ocalan bêhiqûqîtî ye."    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Çakas, bibîr xist ku di biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn de çalakiyên greva birçîbûnê di çarçoveya azadiyê de tên nirxandin û got: "Li girtî û hikumxwarên di greva birçûbûnê de bi awayekî rêk û pêk cezayê dîsîplînê tên birîn. Heger kesek daxlî nav gelek grevên birçîbûnê bibe, ew qasî jî ceayê dîsîplînê lê tê birîn. Daxwazên çalakiyên greva birçîbûnê yên didomin, hem li gor mewzûata Tirkiyeyê jî ya navneteweyî ne. Em çalakiyên greva birçîbûnê yên berê bibîr dixin û lewma demildest divê îqtidar dev ji vê bêdengiyê berde. Heger li gor Qanûna Bingehîn çalakiyên greva birçîbûnê azadiya fikir û ramanê be, nexwe divê beramberiya wan ne cezayên dîsîplînê bin."    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Çakas, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Em behsa girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe bijîn û nayên berdan dikin. Rapora 'dikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne' dane Mehmet Emîn Ozkan. Li bara me hiqûqnasan û li bara civakê tu qîmeta vê raporê tune ye. Dê Ozkan çawa bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne? Heman raporê didin girtiyê ku her du lingên wî jî tune ne. Ev yek me qaneh nake. Di vir de du tişt derdikevin pêşiya me; Raporên saziyên tiba edlî yên bi vî rengî nayên qebûlkirin. A din jî, piştî raporên saziyên tiba edlî vê carê bi hinceta 'dibe ku ji bo ewlehiyya civakê talûke be' înfaz tê domandin. Domandina înfaza kesekî/e ku nikaribe bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne nayê qebûlkirin."    BANGAWAZÎ   Çakas, destnîşan kir ku pirsgirêkên ku li girtîgehan rû didin û polîtîkayên tecrîdê pirsgirêkên hemû civakê ne û lewma divê civak di vî warî de hesas be û dengê xwe bilind bike.    MA / Ayşe Surme