Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî 2021-08-20 09:09:11   ÎZMÎR - Endama EŞÎK'ê Tulîn Eraslan, diyar kir ku ji bo pêşî li ber êrişan bikin amadekariyên çalakiyan dikin û got: "Di vî warî de êdî em hew tehamûl dikin. Êdî rewş hatiye asta şikestineke civakî. Em dixwazin dewlet berpirsiyariya xwe bi cî bîne û qanûnan pêk bîne."    Her diçe tahdeya li hemberî jinê zêde dibe. Jinên li ser çalakiyên nû hûr dibin, bernameyên xwe yên ji bo pêşerojê amade dikin. Endama Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) Tulîn Eraslan, êrîşên li ser jinan û sedemên êrîşan nirxand.    Eraslan, anî ziman ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê, komkujiyên jinan, tahde û êrîş zêde bûne û tu carî fesixkirina peymanê qebûl nekirine û dê nekin jî. Eraslan ku got "Biryara fesixkirinê jinan qilqilandiye, mêran jî wêrek kirie" bal kişand ser zêdebûna cinayetên jinan, mirinên biguman û xwekuştinên jinan. Eraslan got: "Her kes ji bêgavî li çareserê xwe nêrî. JIxwe bi destê Umîtcan Ûygûn kuştina Esra Hankûlûyê, xulaseyya tiştên tên serê jinan bi xwe ye."    FERASETA DEWLETÊ Û BÊCEZATΠ   Eraslan, bilêv kir ku heya mueyyîdeyên dewletê tune bin û zimanê cihêkariyê bê bikaranîn, dê kuştina jinan bidome û got: "Feraseta ku jiyan û awayê jiyanê yê jinan dide ber lêpirsînç, qetlîaman leqagl dike. Diviyabû em li ser wekheviya jin û mêran de biaxiviyana, lê em li dijî feraseta serdemên tarî têdikoşin. Digotin dê piştî Peymana Stenbolê cinayetên jinan bi dawî bibin. Lê zêdebûna wan ev yek bi awayekî zelal nîşan da; nexwe berpirsiyar û sûcdar ne peyman e. Nexwe pirsgirêk feraseta dewletê ye ku qanûnan pêk nayne û polîtîkaya bêcezatiyê ye."    ‘DEWLETA ÇETE'    Eraslan, bal kişand ser mirinên biguman ên vê dawiyê û got: "Cinaetên biguman û jinên winda, encama hin rêxistinên sûcî ne ku bi destê dewleta çetebûyî tên parastin. Heger pişta van kesan nexurt bûna, dê ev windakirin û qetilkirin çênebûna. Umîtcan Ûygûn jî yek ji van çeteyan e."    ŞIKESTINA CIVAKÎ   Eraslan, hişyar kir ku êrîşên li ser jinen dibe ku bibin sedema şikestineke civakî û got: "Her ku jin bihêz dibin qada nêrza teng dibe. Her ku jin bihêz dibin, li hemû qadên jiyanê têkoşîn mezintir dibe. Ev jî nayê hesabê feraseta nêrza. Heger êrîşên li ser jinan bidomin, dê şikestineke civakî çêbibe. Em bi du awayan li ser vê disekinin. Yek jê; bi nepêkanîna qanûnan tunekirina jinan û ya din jî ev yek dibe bibe cihê hişyariyeke civakî. Em jin hatine xala dawî. Ji bo ev şikestin çênebe, em ê li her derê cîhanê têkoşînê bikin têkoşînek hevpar."    AMADEKARΠ   Eraslan, destnîşan kir ku Meclîs divê êdî ji bo jinan li hev kom bibe û gaveke polîtîk a têkoşînê bavêje û got: "Ji hêla jinan ve li dijî êrîşan dibe ku ji nişka ve gelek tişt biqewimin. Em nîqaş dikin ku em ê li dijî qetilkirinan çi bikin. Ji bo pêşî li ber êrîşan bê girtin em amadekariyên çalakiyan dikin. Di vî warî de êdî em hew tamûl dikin. Êdî rewş hatiye asta şikestineke civakî. Em dixwazin dewlet berpirsiyariya xwe bi cî bîne û qanûnan pêk bîne. Nîviyê vî welatî bi qirkirineke cinsî re rû bi rû ye. Hemû partî li Meclîsê divê bi rojeveke taybet li hev kom bibin û helwest û vîneke hevpar nîşan bidin."    MA / Semra Tûran