‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir' 2021-08-20 09:12:21 RIHA - Parlementerê Rihayê Omer Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîtîkayeke li dijî gelan e û dewlet ji fikira Ocalan ditirse û got: "Ocalan, paradîgmayek da ber hemû gelan û jiyana bi hev re berpêş kir."    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, derbarê tecrîda li Îmraliyê û bandora wê ya li ser civakê de axivî. Ocalan got: "Heya tecrîd bi dawî nebe, dê aloziyên li Rojhilata Navîn jî bi dawî nebin."    ‘MUHATAP SAYIN ÖCALAN’   Omer Ocalan, destnîşan kir ku l her derî li djî tecrîdê berxwedaneke xut heye û got: "Li girtgehan girtiyên siyasî bi mehan e li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan; rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û vekirina rêya dîyalogê ye. Berxwedanek birûmet heye. Tenê ne li girtîgehan, li derve jî bi pêşengiya HDP'ê têkoşînek heye. Ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û pirsgirêka kurdî bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, xebat tên kirin. Muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurdî Birêz Ocalan e. Lewma tecrîda li sr Birêz Ocalan tê girankirin."    ‘BI NAVÊ QANÛNA BINGEHÎN TIŞTEK TUNE YE'    Parlementer Ocalan, bal kişand ser dema girtîbûnê ya Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyyla Guvenê dest pê kir û 200 rojî dewam kir û hevdîtinên di 2-22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çêbûn bibîr xist. Ocalan, bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinan de gotiye "ez ê pirsgirêka kurdî di nav hefteyekê de çareser bikim" û got: "Ji ber vê tecrîd girantir bû. Niha li holê qanûn an jî tiştekî bi navê Qanûna Bingehîn tune ye. Siyaseteke dûrî demokrasiyê û qirêj tê kirin. Em HDP, pir aşker dibêjin; Muxatab Ocalan e. Têkoîenk 40 salî bi rêbertiya Birêz Ocalan tê kirin, nexwe navnîşana çareseriyê jî Ew e. Di hin deman de dewletê hevdîtin bi hin 'rûspî'yan re dikir, lê niha ew jî nemaye. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de tu gav tune ne. Lewma di siyaseta Tirkiyeyê de xitimandinek mezin heye."    DÊ GEL TECRÎDÊ BIŞIKÎNE    Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her hefte ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê ji ber ku "muxatabê serlêdanan tune ye" çi erênî çi jî neyînî tu bersiv nayê dayîn. Ocalan, detnîşan kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê muxatabê herî mezin gel e û got: "Heger gel têkoşîna xwe mezin bike, dê tecrîd bişikê. Li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Ev mesele, ji bo gelê kur û hemû gelan, meseleyeke pir girîng e. Heger pirsgirêka kurdî neyê helkirin, dê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nebin. Çareserkirina pirsgirêka kurdî girêdayî Birêz Ocalan e. Dewlet divê vê rastiyê bbîne. Heger nebûne, dê tim bi aloziyan re rû bi rû bimîne. Niha li Rojhilata Navîna aloziyek heye. Ev alozî jî têkildarî tecrîdê ne. Heya tecrîd neyyê rakirin dê ev alozî mezin bibin û bandorê li her kesî bikin. BIla kes ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan û girtiyan nebêje 'zirara wê nagihê min.' Êdî tu kes nikare bi awayekî azad fikirên xwe bîne zimên, ma ev ne tecrîd e?"    ‘PÊŞIYA XETIMANDINÊ DÊ VEBIBE’    Ocalan êrişên nijadperest ên li dijî kurdan jî bi bîr xist û got: “Çima êrişî kurdan dikin? Çimkî naxwazin kurd biz iman, maf û hebûna xwe li ser pêya bisekinin. Lewma ji her aliyî ve êriş dikin. Îqtidara AKP-MHP û Ergenekonê di 6 salên dawî de van êrişan zêde kir. Tenê ne li dijî kurdan di heman demê de li dijî penaberan jî êrişên nijadperest pêk tên. Her tişt bi hev ve girêdayî ye. Tecrîdkirina birêz Ocalan, lêgerîna fetisandina siyaseta kurd, hilweşandina xerakirina bajarên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Êrişên niha li dijî kurdan û penaberan pêk tên jî ji tecrîdê ne cudatir in. Li Tirkiyê li her qad hatiye xetimandin, heke tecrîd rabe wê pêşiya van xetimandina were rakirin.”    ‘WÊ ŞER BI DAWÎ BIBIN’    Ocalan destnîşan kir ku Lîderê PKK’ê Ocalan ji bo tevahiya gelan dikaribin bi hev re bijîn têdikoşe û got: “Li Rojhilata Navîn qada jiyanê ya Modernîteya Demokratîk heye, lê belê ya spartinên tekperest nîne. Birêz Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo her kesî maf dixwaze. Mînaka vê ya herî şênber em îro li Rojava dibînin. Gel hemû bi hev re dijîn. Ev ji bo Rojhilata Navîn mînakek şênber e. Heke paradîgmaya birêz Ocalan were sepandin dê şerên hene bi dawî bibin. Hin dewlet vê yekê naxwazin. AKP-MHP jî naxwaze gel bi hev re bijîn. Ji devê vê îqtidarê tenê yekperestî derdikeve.”    ‘EM JIYANA BI HEV RE DIXWAZIN’    Ocalan bal kişand ser êrişa balafirên şer ên Tirkiyê k udi 17’ê tebaxê de li gundê Sikêniyê yê Şengalê ku ocaxek tenduristiyê hat bombebarankirin û 8 kesan têde jiyana xwe ji dest da û got: “Birêz Ocalan dibêje ‘em siyata bi hev re bi rê ve bibin’ lê Tirkiye radibe li Şengalê nexweşxaneyê bombe dike. Aciz in ku civaka êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibe. Pêdiviya me bi şer, xwîn û kuştinê nîne. Pêdiviya me bi wekhevî, aştî û jiyanek rûmet heye. Ev jiyan bi birêz Ocalan mimkin e. Armanca birêz Ocalan û partiya me ew e ku jiyanek bi hev re were honandin û xelk bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê xelk dixwaze deriyên Îmraliyê were vekirin.”    ‘DIVÊ ÊDÎ KURD YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN’    Ocalan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd û û got: “Birêz Ocalan ji bo gelê kurd çi dixwaze ji bo gelên din jî heman tiştan dixwaze. Divê kurd êdî yekîtiya xwe çê bikin. Birêz Ocalan di vî derbarî de gelek peyaman şand. Hevdîtin jî çêbûn lê tu pêşketin nebû. Li Kurdistanê aloziyek heye û tişta ku serê vê tecrîdê dikişîne jî tecrîda li ser birêz Ocalan e. Hêzên tarî dixwazin berê kurdan bikeve hev. Divê kur dli dijî vê yekîtiya xwe ava bikin. Êdî sedsalek din ku kurd winda bikin nîne. Em jî dixwazin azad û xwedî statû bijîn. Pêşeroja Kurdistanê di destê kurdan de ye.”    MA / Emrûllah Acar