Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê! 2021-08-20 09:20:54 MÊRDÎN - DEDAŞ’a ji 20 milyon lîre zêdetir deyn ji gundê Zorava yê navçeya Nisêbînê re derxist, ceyrana cotkaran birî. Cendermeyên bi daxwaza DEDAŞ’ê li mizgefta gund bi cih bûn, ji bo bikaranîna ceyranê asteng bikin dest bi girtina nobetê kirin.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku bi birîna ceyranên cotkaran a li bajarên herêmê di rojevê de ye, vê carê jî ceyrana trafoyên aîdî bîrên avdanê yên gundê Zorava ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve birî. Ceyrana ji ber hêceta deyn hene hatiye birîn, biryara tedbîra îhtîyatî ya piştî serlêdana cotkaran paşguh kirin. Li gundê Zorava yê 4 hezar donim zeviyên wan ên çandiniyê hene, ji cotkaran re di navbera 600 hezar lîre û 2 milyon lîre faturayên ceyranê hatine birîn. Li gorî fatûrayên DEDAŞ’ê bi komî 20 mîlyon lîre deynê cotkarên li gund heye. Cenderme û cerdevanên ji bo bikaranîna ceyranê ya cotkaran asteng bikin bi daxwaza DEDAŞ’ê li gund bi cih bûn, mizgeft û mala şînê ya gund vegerandin qereqolê.    CENDERME WESAYITA SIVÎL BIKARTÎNE   Cenderme û cerdevanên 3 roj û şev e li mizgeft û mala şînê yên li gund dimînin, hem nobetê digirin hem jî trafoyên ku di nav zeviyên çandiniyê yên gundiyan de kontrol bikin, derdikevin dewriyê. Balkêşe ku cenderme şûna wesayîtên eskerî, serwîsên dibistanan ên sivîl bikartînin û ser pîlaqeyên wesayîtan digirin.    ‘EM NIKARIN FATÛRAYAN BIDIN’   Ji bo ku mizgeft vegerandine mizgeftê gundî nikarin biçin nimêjê jî bikin. Ji gundiyan Erdal Kût, anî ziman ku ji wan re fatûrayên 2 mîlyon lîre hatine derxistin û wiha got: “Zulmê li gel dikin. Mizgefta me jî dagirkirine, bi zorê lê dimînin.” Kût, xwest ku pirsgirêk were çareserkirin û wiha axivî: “Me kedeke mezin da zeviyan lê niha mehkumî hişk kirinê tên kirin. Niha tu debareke din a me nîne, me zevî derman kirin lê di dema avdanê de DEDAŞ’ê ceyran birî. Em zeviyên xwe jî bifiroşin nikarin fatûrayan bidin. Bila bikevin li pey kesên Tirkiye şêlandin û firotin. Zave 128 mîlyar dolar xwarin bila bikevin li pey wî.”   BIRYARA DADGEHÊ   Kendal Şehmûz ê li gund avdaniyê dike, diyar kir ku bi birîna ceyranê zilm li mirovan tê kirin û wiha got: “Bila ceyranê bidin ku em bikarin avdanê bikin. Heke sê rojan ceyranê nedin û em avdanê nekin wê ev garis hemû zuwa bibe.” Ji gundiyan Edhem Kût jî da zanîn ku DEDAŞ’ê ji wan re 2 milyon lîre deyn derxistiye û bertek nîşanî veguherandina mizgeftê ya qereqolê da. Kût, bi lêv kir ku debareke din a wan nîne û wiha got: “Li Tirkiyeyê karê kesê nîne, tenê desthilat dixwe. Tirkiye şêlandine. Cenderme li vir di mizgeftê de dimînin. Em nikarin biçin mizgeftê jî. Alîkariya ji bo cotkaran ev e? Biryara min a dadgehê heye. Ez wê nîşan didim, dibê ‘min eleqedar nake’.”   MELE NIKARE DERKEVE DERVE   Senar Kût jî da zanîn ku meleyê gund nikare biçe mizgeftê ezan bide û li pêşiya cematê nimêj bike û jinên gund ji ber cenderme û cerdevanan nikarin ji malên xwe derkevin û xwest cenderme ji gund derkevin.    Şêniya gund Sûltan Kût jî anî ziman ku ji bilî çandiniyê tu karê wan nîne û mesrefên mazot, zibil, derman, bîr û tov zêde ne. Kût bi van gotinan bertek nîşan da: "Dema ev ceyran jî birîn em biçin kû derê? Bila cihekî nîşanî me bidin em biçin li wir debara xwe bikin."   MA / Ahmet Kanbal