Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike 2021-08-20 10:03:57 HEWLÊR - Tirkiye çeteyên SMO û malbatên wan ên ji Sûriyeyê tîne, li gundên Kurdistana Federe yên ji aliyê PDK’ê ve hatine valekirin bi cih dike. PDK piştgiriyê dide Enqereyê ku hewl dide bi operasyonan demografiya herêmê biguherîne. Operasyonên Tirkiyeyê yên di 23’yê Nîsanê de li Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê hatin destpêkirin, dewam dikin. Tirkiya ku nikare bi bejahî pêş bikeve, bi ÎHA, SÎHA, balafirên şer û helîkopteran qadên Girê Sor, Tabura Ereban û Girê Spî yên girêdayî herêma Avaşînê bi awayekê ketûber bombebaran dike. Tirkiye li qadê, zehmetiyên mezin dikişîne. Ji ber vê yekê hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê dixe pêşiya xwe û dixwaze ji bo xwe qadên nû veke. Bi taybetî, TSK li herêma Avaşînê windahiyek mezin da. PDK ji bo pêşiya vê bigire, 70 gundên ji herêma Zaxo bigire heya Bradostan vale kir. Xebatên bicihkirina endamên SMO û malbatên wan ên ku ji Sûriyê anîne, yên li cih û warên li Zaxo, Amediyê û Duhokê hatine valekirin dewam dikin. Di çarçoveya vê planê de, Tirkiye hewl dide penaberên Afxan li vê herêmê bi cih bike. Ger ev plan bi ser bikeve, wê heman rewş li herêmên Silêmanî û Helepçe ku YNK lê serdest e, dewam bike. Tê diyarkirin ku agahiya Waliyê Dihokê Elî Tatar jî derbarê vê plana berfireh de, heye.    PIŞTGIRÎ DAYÎNA PILANÊ    Tirkiyeya ku stratejiya avakirina herêmeke tampon ku di çarçoveya plana tekbirine ya di 24’ê Tîrmeha 2015’an de xist meriyetê, hewl dide bi rêya PDK’ê xeta Amediyê û Metînayê ji hev cuda bike û baregehên xwe li cihên stratejîk ava bike. Li gundê Banke yê Serê Metîna ku pêşiya qada Çiyayê Spî vedike hêzên Zerevanî hatin bicihkirin. Ligel van hemû pêşketinan, bi navê Parastê karê sîxuriyê yê MÎT’ê li herêmê dewam dike.   ARMANC BI CIHKIRINEK DAÎMIYE   Tirkiyeyê di Kanûna 2017’an de, li xeta Raperîn Soran dest bi operasyonan kiribû. Tirkiyê bi vê xwest ku xeta Behdînan (Zap, Metîna û Heftenînê” û Soran (Xakurkê, Xinêrê, Diyala û Sîdeka” ji hev veqetîne. Niha Tirkiye bi awayekê qismî li vê qadê bi ci bûye.    PROVOKASYONÊN PDK’Ê DEWAM DIKIN   QonaxekE din a operasyonan plana PDK’ê bû ku hêzek leşkerî li Zînî Wertê, ku girêdayî Qendîlê ye, bi cih bike. Plana ewil, dibin kontrola MÎT’ê de, wê qereqol û baregehên çavderiyê yên girêdayî PDK’ê bên avakirin. Di çarçoveya vê planê de, wê cihên HPG’iyan, liv û tevgerên wan bên şopandin, depoyên çekan û çavkaniyên fînansê fêr bibin. Li gorî van agahiyan, wê herêma Qendîlê bi hedefgirtina herêmên aîdî endamên HPG'ê bihata kontrolkirin. Lê ji ber bertekên hunermend û rewşenbîran, gel û jinan ev plan bi awayekê baş nehat temam kirin. Par PDK li herêmên gundewarên Zaxo yên Kela Şabanike, Siyare Bena û Kela Dêrê bi cih bû û ji vê derê agahiyên îstîxbarata dan Tirkiyeyê. Ji ber vê heya niha bi sedan car herêm hat bombebarankirin. PDK’ê berî çend mehan, hêzên xwe şandin xeta Metîna, Gare, Sîdekan û Çomanê, xwest li vê derê bi cih bibe. PDK’ê li vê derê jî plan kir ku cihên çavderiê ava bike û derbarê liv û tevgera HPG’iyan de Tirkiyeyê agahdar bike. Armanc ew bû ku ji TSK'ê re qadên nû veke. Ger ev plan bi ser biketa, wê 2 baregehên eskerî li geliyê Amediyê bihatan bi cih kirin. Lê di rastiyê de heya niha ev hemû plan vale hatin derxistin. Lê ligel vê jî provokasyonên PDK’ê yên li herêmê dewam dikin.   DIBISTANÊN GULEN NAV DIGUHERIN   Tirkiye hewl dide li aliyekê demografiya herêmê biguherîne, li aliyê din jî polîtîkayên xwe yên bişavtinê bi dibistanên ji Cemaeta Gulen dewr girtiye dewam dike. Li Başûrê Kurdistanê, dibin navê Kolejên Işik de, 128 dibistan perwerdehiya “Tirk-Îslamê” didin. Tirkiyeya ku bi guherandina navan dibistan xistine meriyetê, di vê çarçoveyê de, Duhok û derdora wê wekî herêma pîlot bikar tîne.    MA / Erdogan Altan