Cihê 11 qeyûman hat guhertin 2021-08-20 10:38:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser biryarnameya nû ya Serokomartiyê cihê 624 amirên mulkî guherî. Di nav vê lîsteyê de cihê 11 qeyûman jî hat guhertin.    Bi Biryarnameya Serokkomartiyê ya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan cihê 624 amirên îdarî yên mulkî hat guhertin. Bi piraniya van amirên mulkî ku hatine guhertin, qeymeqam in. Cihê 11 qeymeqamên ku wek qeyûm tayînî şaredariyê HDP’ê hatine kirin jî hatin guhertin. Qeyûmên navçeyên Qereyaziya Erziormê, Giyadîna Agiriyê, Gimgima Mûşê, Şemrexa Mêrdînê, navçeyên Licê, Bismil, Erxenî, Hezro yên Amedê, navçeyên Rêya Armûşê û Qelqelî yên Wanê û Gevera Colemêrgê hatin guhertin.