Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin 2021-08-20 10:50:20   STENBOL - Li navçeyên Stenbolê rêveberên HDP’ê jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.    Polîsan li navçeyên Stenbolê serê sibê bi ser malên rêveberên HDP’ê û gelek welatiyan de girtin. Di serdegirtinên li navçeyên Sûltanbeylî, Sancaktepe, Kartal, Esenyûrt û Sûltangaziyê pêk hatin de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Tê gotin ku ji binçavkiriyan gelek ji wan rêveberên HDP’ê ne.    Navê binçavkiriyan wiha ye: “Elvan Uçar Kordu, Ferhat Yıldız, Ramazan Kuni, Ayatullah Yavuz, Erol Aktaş, Veysel Özdaş, Nizamettin Açık, Metin Beyret, Suat Yıldız, Selim Boğa, Bilal Adıgüzel, Bedrettin Aytun, Kerbela Bakır, İsmail İnedi (75), İlknur Yusufoğlu.”