Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin 2021-08-20 11:17:53   EDENE - Di rapora ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve li ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan rû dan amadekirin de, hat destnîşankirin ku li girtiyan tê xistin û lêgerîna tazî ferzî wan dikin.   Komeleya Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxarên Çukurova (TUAYDER Çukurova), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê, di 18’ê Tebaxê de, hevdîtin bi Mehmet Emîn Ado yê li Girtîgha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê dimîne û Mehmet Erdem, Sedat Karak û Veysî Altan ên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Turkoglû Mereşê dimînin re kirin û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de, rapor amade kirin.   Di encama serlêdanên girtiyan ên ji rêxistinên mafên mirovan re, yên derbarê binpêkirina mafên wan ên li girtîgehê de raporek hat amadekirin.   LÊGERÎNA TAZÎ   Mehmet Emîn Ado, Zafer Bahadir, Omer Tolûk Mûstafa Ozer ên li qawîşa A-30 a Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê dimînin, di 9’ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sîrgûnî vê girtîgehê hatin kirin. Derbarê van girtiyan de, ev agahî di raporê de, hatin rêzkirin: “4 girtî di ketina girtîgehê de, rastî ferzkirina lêgerîna tazî tên. Ji ber ku girtî lêgerîna tazî qebûl nakin, ji aliyê gardiyenan ve tên derbkirin. Dema ku girtî dikevin korîdorê, rêza eskerî ferzî wan tê kirin. Ji ber ku girtiyan di 12’ê Tebaxê de, di korîdorê de, rêza eskerî qebûl nekirin, rastî êriş û heqaretên gardiyenan hatin. Ji ber ku girtiyan pêkanînên xwe ferzkirinê qebûl nekirin, der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Girtî ji bo ku rapora derbkirinê bigirin xwestin biçin revîrê. Lê ev daxwaza wa bê bersiv hat hiştin. Di serde jî sergardiyan ji girtiyan re gotiye ‘Ez Xwedayê vê derê me. Ez çi bêjim hûnê wê bikin.’ Bi vî awayî gef li girtiyan xwariye.”   DARB   Di 17’ê Tebaxê de, ji Şaxa ÎHD’ê ya Edenê parêzerek hevdîtinê bi girtiyan re dike. Gardiyan piştî hevdîtinê girtiyan ji bo rapora lêdanê bigirin, ji odeyan derdixin. Lê girtî di korîdorê de rastî tundiya gardiyenan tên.    Di dewama raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Gardiya, girtiyên dibin revîrê li pêş çavê bijîşkan derb dikin. Bijîşk bêdeng dimîne û di rapora amade dike de jî, qet behsa lêdana girtiyan nake. Li girtîgeha ku girtî hatin veguhastin, eşya, belge, radyo û kincên wan ji aliyê gardiyanan ve hatin desteserkirin. Tenê 3 pirtûk dane girtiyen. Li qawîşên girtiyan heftiyê carekê lêgerîn tê kirin. Parêzeran diyar kirin ku di hevdîtina bi girtiyan kirin re de, hîna şopa lêdanê li ser canê girtiyan hebû.”    CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ   Li Girtîgeha Turkoglû, lêpirsîna dîsîplînê li girtiyên ketin greva birçîbûnê hat vekirin û di encama vê lêpirsînê de ceza li girtiyan hat birîn. Di beşa raporê ya derbarê Girtîgeha Turkoglû de jî, wiha hat gotin: “Rayedarên girtîgehê, daxwaza girtiyan a guhertina qawîşê qebûl nakin. An jî li gorî xwe diyar dike. Girtiyên ku qawîşên wan hatine guhertin jî, ji hev dûrin û bi tu awayî agahiyê  ji hev nagirin. Sedat Karak ê ku diviyabû di 28'ê Tîrmehê de bihata berdan, ji ber rapora neyînî ya rêveberî û heyeta çavdêriyê nehat berdan.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen