Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake 2021-08-20 12:13:28 AMED - Li navçeya Sûrê nêzî 80 mal di karantînayê de ne. Bi sedan welatî li van malan dijîn û ji ber kes pêdiviyên wan dabîn nake rojên dijwar derbas dikin.    Li Amedê hejmara pêketiyên Kovîd-19’ê rojane derketiye bi ser 2 hezarî. Bi hezaran kesên ku testa wan pozîtîf derdikeve, hildidin karantînayê. Li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê ku 8 hezar nifûsa wê heye, nêzî 80 malî xistine karantînayê. Hat zanîn ku bi sedan welatiyên di karantînayê de ew malbatên feqîr in û di van rojên karantînayê de ji bo ku pêdiviyên xwe yên xurekan dabîn bikin rojên dijwar derbas dikin.    KES ALÎKARIYÊ NAKE   Keyayê taxa Îskenderpaşa Alî Urun diyar kir ku hejmara pêketiyên koronayê di mehek dawî de zêde bûye û niha li 80 malên taxê karantîna tê sepandin û hemû jî malbatên feqîr in. Urun got hin malbat nikarin pêdiviyên rojane dabîn bikin û ew rojên dijwar derbas dikin. Urun anî ziman ku kes alîkariya welatiyan nake û mexdûr bûne. Urun banga aşîbûnê li şêniyên taxê kir û ji bo rizgariya ji nexweşînê divê her kes biçe aşî bibe.