Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an 2021-08-20 13:21:38   KASTAMONÛ - Li Herêma Derya Reş a Navîn û Bakûr hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan derket 79’an.    Li Herêma Derya Reş a Navîn û Bakûr hejmara kesên ji lehiya di 11’ê tebaxê de qewimî û jiyana xwe ji dest dan derket 79’an. Li gorî daxuyaniya Navenda Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) li bajarê Kastamonûyê 69 kesan, li bajarê Sînopê 9 kesan û li bajarê Bartinê jî kesekî jiyana xwe ji dest dane. AFAD’ê ragihand ji wan re hatiye ragihandin ku 34 kes jî winda ne û xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.