‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê' 2021-08-20 13:31:23   MÛŞ - Ji rêvebera HDP'ê ya Mûşê Çîçek Tutuş a di çarçoveya doza ku Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergiz lê hatibû girtin de, îfadeya wê hat girtin. Ji Tûtûş kulîlkên ku li jinan belav kiribûn û hevdîtina wê ya bi Nêrgiz re, hatin pirsîn..   Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Belma Nêrgîz di rojên derbasbûyî de, hatibû binçavkirin û girtin. Di lêpirsîna derbarê Nêrgîz tê birêve birin de, biryara veşartinê hatiye dayîn. Piştî ku Nêrgiz hat girtin, polîsan di çarçoveya dosyayê de, bangî rêvebera HDP’ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş kirin ku îfade bide. Polîsan di dema îfadeyê de, pirsa kulîlkên ku di 8’ê Adarê de li jinan belav kiribûn û hevdîtinê telefonê yên bi Nêrgîz re kiribûn, pirsîn. .   ‘JI BER KU KULÎLK KIRÎN HAT GIRTIN’   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ser mijara sûcdarkirina Rêveberiya HDP'ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş û li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev nirxandin kir: “Hevseroka me ya Bajarê Mûşê Belma Nêrgiz, di 8’ê Adarê de, ji ber ku kulîlkên ji jinan re bên dayîn kirîn, hat girtin. Ev jî delîla wê ye. Ji bo ku hevalên me bigirin, sûcan diafirînin.”