Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan 2021-08-20 13:57:27   COLEMÊRG - Eyup E. yê li Colemêrgê di şîrketa kargoyekê de dixebite, li ser giliyê hevjîna polîsekî ku kargo teslîmî wê kir, çû miduriyeta polîsan îfade da û piştî derket ji aliyê kesên hatin diyarkirin polîsên sivîl in ve hat revandin û lêdan. Eyup E. yê rapora lêdanê wergirt, giliyê van kesan kir.    Li navçeya Serêkaniya Rihayê Mûstafa Bektaş bi xeletî pêl li zingila deriyê polîsekî kiribû û polîsî bi lêdanê lingê wî şikandibû. Bûyereke weke vê, vê carê li Colemêrgê qewimî. Eyup E., yê 15 sal in di şîrketeke kargoyê ya taybet de dixebite, duh di saetên nîvro de ji bo ku kargoyê teslîm bike, çû lojmanên polîsan ên li navênda bajêr.    Hevjîna polîs a kargo teslîm girt, piştî demekî çû Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê û bi hêceta ku Eyup E. bi devkî ew tacîz kiriyê giliyê wî kir. Eyup E.’yê gazî miduriyeta polîsan hat kirin, di îfadeya xwe de sûcdarî red kir. Eyup E. piştî îfadeyê bi wesayîta polîsan li cihekî nêzî mala xwe hat danîn. Dûre pêşiya Eyup E. bi wesayîteke markaya Fîat Doblo hat girtin û ji aliyê 4 kasên bi maske ve bi darê zorê li wesayîtê tê siwarkirin û di nava wesayîtê de lêdan.   Eyup E., yê ku tiştên bi serê wî hatin wiha vegotin: “Nêzî 14 sal in ez di fîrmaya kargoyekê de dixebitim. Kargoyeke aîdî polîsekî tîmên taybet hebû. Ez çûm navnîşanê, min çend caran li derî xist lê kesê derî nevekir. Ez jî telefona xwediyê kargoyê geriyam. Jineke bi navê Aybuke telefon vekir. Min jî jê re got ‘Hûn li malê ne, kargoyeke we heye ez ê teslîm bikim.’ Pişt re derî vekir min kargo teslîm kir û ji wir veqetiyam. Piştî demekî kurt şîrket li min geriya û got divê ez biçim miduriyeta polîsan îfade bidim. Dema ez çûm îfade bidim, ji min re gotin min qise gotina jina ku min kargo teslîm kiriye. Ez hîn bûm ku giliyê min kiriye.”   ‘POLÎSAN LI MIN DA’   Eyup E. diyar kir ku piştî îfadeya miduriyeta polîsan, bi wesayîta polîsan nêzî mala xwe hatiye danîn û wiha axivî: “Ez sed mîtroyan nêzî mala min danîn. Piştî ez ji wesayîtê peya bûm wesayîteke spî ku bi markaya Fîat Doblo em dişopandin, pêşiya min girt. Çar polîsên ku bi cilên sivîl û bi maske jê peyabûn, li min dan û bi darê zorê ez li wesayîtê siwar kirin. Di wesayîtê de du polîsan ez derb kirim. Di wê navberê de kurê min tiştên qewimîn dît û got ‘bavê min berdin’. Kurê min qîr kir û ji şêniyên taxê alîkarî xwest. Piştî ku şêniyên taxê kom bûn polîsan ez ji wesayîtê avêtim û ji wê derê dûr ketin. Ez çend deqîqeyan di wesayîtê de derb kirim. Dev û difina min di nav xwînê de man, pişta min hêj diêşe. Hevalên min û xizmên min ez birim nexweşxaneyê. Piştî 4 saetan di bin kontrolê de mam, rapora derbê min girt û ji nexweşxaneyê hatim derxistin. Ev hemû di rapora bijîşk de hene.”   GILÎ KIR   Eyup E. bi lêv kir ku giliyê polîsan ku li wî dane kiriye û got: “Ev yek min heq nekiri bû. Ji ber vê yekê min nexwest bijîşk difina min pansûman bikin. Min xwest vê zilmê li hemberî kamerayan herkes bibîne. Min giliya polîsên ku li min dan, ji hevjîna polîsê ku bêbextî li min kir û polîsî bi xwe kir. Min bi gotina 'xanimefendî' bang li hevjîna polîs kir. Min qet gotin jê re negotin.”