Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê 2021-08-20 16:59:51   ŞIRNEX - Cigîrê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel banga tevlîbûna hevdîtina "Dema Azadiyê" ya ku sibê li Şirnexê tê lidarxistin kir û got: "Divê gelê Botanê sibê biherike qada azadiyê."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel, Parlementerên HDP'ê Fatma Kurtulan, Nuran Îmîr, Hûseyîn Kaçmaz,  Aktîvîstên TJA'yê û Meclîsa Dayîkên Aşitiyê yên ku bi konvoyê hatin Qilêbanê, li qada Avaspî ji hêla gel ve bi çepik û tililiyan ve hatin pêşwazîkirin.    'GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE'    Li qada mîhrîcana Avaspî şandeya HDP’ê beşdarî kêfxweşya gel bû û bi welatiyan re govend gerand. Piştî govendê Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel axivî. Temel, di axaftina xwe bal kişand ser êrişên li dijî gelê kurd û got: “Wê gelê kurd li hemberî êrişan tu caran serê xwe netewîne. Astengî çi bibe bila bibin, zehmetî çi bibe bila bibe û çiqas şer û pêvçûnan li ser gelê kurd ferz bikin jî kurd zindî dimîne û li ser piyane û bi her awayî li gel partiya xwe û doza xwe ye.  Em dibînîn ku li  hemberî êrîşên AKP'ê û MHP'ê û êrîşên faşîzan û xiyanetê gelê me pir  hişyare û li ser piyane. Li doza xwe û têkoşîna xwe xwedî derdikeve. Ew wisa difikirim  ku ew êrîşan bikin wê gelê Kurd bitirse û dev ji têkoşînê berde. Lê me li Botanê dît ku gel xwedî li vîna xwe û têkoşîna xwe derdikeve."   'NÎŞANA JIYANA WEKHEV HDP YE'    Temel, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku HDP hêza çareseriyêye û wiha domand: "Nîşaneya jiyanek wekhev û çareserkirina pirsgirêkan HDP ye. Em dizanîn gelên Tirkiyeyê siyaseta faşîst a AKP'ê û MHP'ê qebûl nake. Ew kesên ku êriş dikin ew kesên ku hatine birêxistinkirinin. Ji ber wê jî gelê kurd di bin banê HDP'ê de xwe birêxistin dike û doza ziman û nasnameya xwe dike."    BANGAWAZΠ   Temel destnîşan kir ku divê gelê Şirnexê sibê li qadan careke din xwedî li vîna xwe derkeve û wiha bang kir: “Divê gelê Botanê sibê biherike qada azadiyê û dengê xwe bilind bike û dubare bibêje 'Şirnex a me ye, ziman ê me ye û ev ax û welat ên me ne.”    Piştî civîna bi gel re şande derbasî navenda Qilêbanê bû. Li Qilêbanê jî şande bi tilîlî û çepikên gel hat pêşwazîkirin.    Şandeyê serdana esnafan kir û vexwendin hevdîtina “Dema Azadiyê” ya ku wê sibê li Şirnexê bê lidarxistin.