Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin 2021-08-20 21:02:57     STENBOL - Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di 73'yemîn Nobeta Edaletê de diyar kirin ku teqez dê berpirsiyar bên darizandin û daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.    Înîsyatîfa Malbatên Pirsûê, di 73'yemîn Nobeta Edaletê li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê li dar xistin. Li qadê wêneyên kedên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de tim dirûşmeya "Şehîdên Pirsûsê nemir in" hat berzkirin.    Di daxuyaniyê de ewilî Ummuhan Ozdemîr axivî ku di komkujiyê de birîndar bûbû. Ozdemîr, bilêv kir ku 73 meh in li heman qadê lêgerîna xwe ya ji bo edaletê didomînin. Ozdemîr, destnîşan kir ku di raporên îstixbaratê de diyar bû ku dê êrîşa xwekujiyê pêk bê û got: "Lewma berpirsiyarên rasteqîn ên komkujiyê nehatin darizandin. Tew bi ser de gotin 'heger di warê têkoşîna li dijî terorê de defter bên vekirin, dê gelek nikaribin biçin nav mirovan.' Ev sûc e li hemberî mirovahiyê. Ji dêvla ji bo hevrikên xwe bikin amûra şantajê, divê bên dadgehê û her tiştî bibêjin. Yan na bila ser nenixumînin. Ji lew re her tişt li holê ye."    ‘KIRYAR TÊN PARASTIN'    Ozdemîr, destnîşan kir ku hemû cîhan dizane ku îqtidar û şirîkên wê kiryarên komkujiya Enqere û Pirsûsê diparêzin û got: "73 meh in gelek tişt hatin serê me li vê qadê. Di salvegerên komkujiyê de êrîş birin ser ciwanan û edaletxwazan û ew îşkence kirin. Em gelek caran hatin binçavkirin û girtin. Hem gaziyên me yên Pirsûsê, hem malbatên me, hem parêzerên me hem jî dostên me gelek caran bi operasyonan hatin îşkencekirin, binçavkirin û girtin. Di her doza me de edaletê dan ber lêpirsînê."    Ozdemîr daxwaza înîsyatîfê ya di warê edaletê de dubare kir û destnîşan kir ku teqez  dê berpirsiyar bên darizandin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi bilêvkirina kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.