Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin 2021-08-21 09:02:40   AMED - Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca êrîşa TSK'ê ya li dijî Şengalê wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" pênase kir û liberrabûna van êrîşan, qebûlkirina xweseriya Şengalê û piştgiriya ji bo peywwira mirovahiyê ye.    Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 17'ê Tebaxê de êrîş birin ser ocaxa tenduristiyê ya li gundê Sikêniyê yê Şengalê. Di êrîê de 4 jê xebatkarên tenduristiyê 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.    Parlementera Partiya Demokratîk (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê nirxandin.    Ûca, anî ziman ku Tirkiye niha Qirkirina Êzidiyan a bi DAIŞ'ê dest pê kir didomîne û got: "DAIŞ'ê di sala 2014'an de nikaribû vê bawerî û çandê ji holê rake, lê Tirkiye bi rêbazeke wekî feraseta DAIŞ'ê barbar hewl dide tune bike. Tirkiye heya niha 9 caran êrîş biriye ser Şengalê, herî dawî jî bi êrîşa li ser nexweşxaneyê zilma xwe zêde kiriye. Li gor hiqûqa navneteweyî ev sûc e, sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Armanca wan naxwazin êzidî li warê xwe xwedî gotin bin. Tifaqa AKP-MHP'ê ku her roj polîtîkayên xwe yên li ser asasê dijminatiya kurdan zêde dike, hebûna êzidiyan jî tamûl nake."    ‘BERPIRSIYAR HIKÛMETA IRAQÊ YE'    Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, anî ziman ku di navbera vê êrîşa dawî û serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî de pêwendiyek heye. Ûca got: "Ji lew re Kazimî dê hevdîtin bi Rêvebiriya Şengalê re bikira. Em di 3'yê Tebaxê de li Çiyayê Şengalê bûn. Civata êzidî, di 7'emîn salvegera komkujiyê de ragihand ku xweseriya xwe mîsoger kiriye. Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê ku nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, wê rojê gefek mezin xwar. Got, heger peymana Hewlêr-Bexdayê pêk neyê, dê tiştên xirab çêbibin. Serdana Kazimî û gefên Nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji hev ne cuda ne. PDK, ji bo pêkanîna peymanê hêzên tirk xist dewrê. Di van êrîşan de berpirsiyariyek mezin a hikûmeta Iraqê jî heye. Heger qada hewayî ji jetên tirk re hatibûna qedexekirin, dê îro ev qas sivîl jiyana xwe ji dest nedana."    BÊDENGIYA ROJAVAYÊ   Ûca, diyar kir ku êzidî ji êrîşa 2014'an a DAIŞ'ê heya niha tim bi tenê hatine hiştin û sûcê li hemberî mirovahiyê ku Tirkiyeyê li Şengalê kir, li ber çavê cîhanê hat kirin.    Ûca got: "Wekî her carê cîhan hemû ker, lal û kor e. Ewropa, NY dibêjin 'fikarên me hene'. Ji xeynî vê tu tiştî nakin. Mixabin peymana wan a bi Tirkiyeyê re ya di warê penaberan de, mixabin dike ku Tirkiye binpêkirinên mafan bike û sûcê şerî bike. Di serî de NY û bi giştî welatên Ewropayê û rêxistinên civaka sivîl hemû divê li ber vê zilmê bêdeng nemînin. Bêdengiya li hemberî sûcên şerî yên Tirkiyeyê, tê wateya şirîkantiya van komkujiyan. Divê berxwedana dîrokî ya gelê êzidî ya li hemberî DAIŞ'ê neyê jibîrkirin. liberrabûna van êrîşan, qebûlkirina xweseriya Şengalê û piştgiriya ji bo peywwira mirovahiyê ye. Di serî de NY û bi giştî hemû saziyên mafên mirovan, divê vê peywirê bi cî bînin."    ‘JIN DÊ BARBARAN BAVÊJIN SER SERGOYÊ DÎROKÊ'    Parlementera HDP'î Ûca, bilêv kir ku Talîban li ber çavê cîhanê drameke mezin aniye serê gelê afxan û heman tişt li Rojhilata Navîn û Şengalê bi destê AKP'ê pêk tê li hemberî gelê kurd.    Ûca, destnîşan kir ku hedefa şerê li Rojhilata Navîn ê di navbera hêzên nêrza û dijminên jinan û mirovahiyê jin in. Ûca, diyar kir ku ev rewş li Şengalê jî, li Afxanîstanê jî neguheriye û got: "Jin, ji ber ku jin bûn hatin kuştin, hatin tecawizkirin û revandin. Jinên Şengalê bi yekîneyên xwearastinê re bi berxwedaneke dîrokî bersiveke tund dan van barbar û çetyan. Ev barbar avêtin ser sergoyê dîrokê. Bi vê rê li hemberî feraseta baviksalarî ya li Rojhilata Navîn jî têkoşîna xwe domandin. Hê jî didomînin. Jinên Şengalê ku piştevaniya hemû jinên berxwedêr ên cîhanê dikin, dê piştgiriya berxwedana jinên afxan jî bikin. Dê îqtidarên dijminên jinan, bi berxwedana jinan têkbişikên. Jin dê bi berxwedan, piştevanî û têkoşîneke mezin bersivan van şeran bidin. Dê gotina xwe bibêjin û dê bi avakirina civakeke azad û ji şeran xalîbûyî bersivê bidin."    MA / Eylem Akdag