‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin' 2021-08-21 09:03:27 AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO'yê Seda Berekatoglû, anî ziman ku li Amedê hejmara jinên derî tomarkirinê tên şixulandin ji sedî 9 e û piraniya van jinan karên nav malê dikin. Berakatoglû, bilêv kir ku ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav hêza karî bibin.    Li Tirkiyeyê di serî de di karên nav malan de û bi giştî li gelek qadan keda jinê tê xwarin. Li gor Bultena Şopandina Îstihdamê ya Weqfa Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) di destpêka sala 2020'î de rêjeya jinên bi sîgorte dixebitin ji sedî 31.2 bûye û di mea Çileyê de paya wan a di îstihdama giştî de kêm bûye, bûye ji sedî 30,7.    Berdevka Meclîsa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Cîgira Komleya Pîşesaz û Kardêran a Amedê (DÎSÎAD) Seda Berakatoglû, rewşa îstihdama jinên bajêr nirxandin.   Berakatoglû da zanîn ku di xebarên di sektora xisûsî de hatine kirin li seranserê Amedê, piraniya meaş meaşê kêm me û îstihdama derî tomarkirinê jî li dor ji sedî 9 e.    BANDORA REWŞA MEDENΠ   Berakatoglû, da zanîn ku di xebatên hatine kirin de, jinên di sektora xisûsî de dixebitin piştî salên 30'yî dev ji kar berdidin û got: "Rewşa medenî û çêbûna zarokan, bandorê li daxilbûna jinan a nav îstihdamê dike. Jinên ezeb bêtir dixebitin, lê yên zewicandî û xwedî zarok her diçe hejmara wan kêm dibe."    Berekatoglû, anî ziman ku jin di qada kedê de bi pirsgirêkên wekî newekheviya heqdestê, cihêkariya zayendî û nehesibandinê re rû bi rû dimînin û nexasim jî ev pirsgirêk di dema pandemiyê de zêdetir bûne.    BETALÎ: JI SEDÎ 40    Berakatoglû, bilêv kir ku bandora pandemiyê ya li ser jinan di daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) de jî bi awayekî aşkere tê dîtin û got: "Rêjeya betaliyê ya jinan bi ser ji sedî 40'î re ketiye. Rêjeya wan a di qada îstihdamê de kêm bûye, bûye ji sedî 26. Di dema Covîd-19'ê de dema xebatê ya jinan kêm bû û ji sedî 42 heqdesta wan kêm bû. Awayê wan ê xebatê li gor ya mêran pir guherî. Mêr, karê xwe yê derî malê domand, lê jin daxilî nav karê malê bû ku ev pir nayê dîtin. Mêzekirina li extiyaran û zarokan bû karê sereke yê jinan."   JINÊN KARÊ MALÊ DIKIN    Berekatoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê jin piranî karê nav malan dikin û got: "Ev kar jî derî mewzûatên qanûnî ye. Yanî wekî pîşeyyekê nayê hesibandin."    ‘TEMSÎLIYETA WEKHEV'    Berekatoglû, destnîşan kir ku di demên dawî de di qadên karî de rêjeya temsîliyeta wekhev zêde bûye û got: "Di bin banê DTSO'yê de li bajêr meclîsên jinan hatin avakirin û jin di hemû pêvajoyên biryargirtinê de cih digirin. Ev pêşketinek girîng e."    PÊŞNIYARÎ   Bereketoglû, destnîşan kir ku ji bo pêşvebirina herêmî daxilbûna jinan a nav qada kar girîng e û ji bo keda jinê bê dîtin ev pêşniyarî kirin:    * Ji bo pêşî li ber binpêkirina keda jinê bê girtin, divê daxilîbûna nav qada karî wekhev be,    * Divê li malê qadên xebatên online yên part-time bên afirandin û ji bo jinên dixwazin bixebitin derfetên dahateke alternatîf bên berpêşkirin,    * Ji bo jin berên bi destên xwe hildiberînin bifiroşin û keda wan xuyangtir bibe divê perwerdehî bên dayîn,   * Ji bo pêşî li ber îstihdama derî tomrakirinê bê girtin, kardêr prîmên pêwîst bidin û qismek vê ji aliyê dewletê ve bê dayîn,    * Divê jin di rêxistinên pîşeyî an jî di qada rêxistinbûyînê de cih bigirin,    * Di şîrketan de, nexasim jî di desteyên rêveberiyê de divê jin bêtir cih bigirin."    MA / Eylem Akdag