Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin 2021-08-21 09:04:25   SÎNOP - Esnafên pîşesaziyê yên Sînopê, anîn ziman ku ji ber lehiyê pir xisirîne û xwestin wezîr divê ne bi gotinê, di pratîkê de hin tiştan bikin û piştgiriya esnafan bikin.    Di 11'ê Tebaxê de li navçeya Ayancik a Sînopê lehî rabû. Lehiyê gelek xanî û kargeh dan ber xwe. Li Taxa Cevîzliyê gelek xanî, Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk a Ayancikê û cihê bazarê di bin avê de man. Li sîteya pîşesaziyê ji 100 kargehan 40 jê xera bûn.    Esnafên pîşesaziyê bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) mexdûriyeta xwe anîn zimên.    DIKAN XERA BÛN    Serokê Kooperatîfa Pîşesaziya Biçûk a Ayancikê Ramazan Yildiz, anî ziman ku di lehiyê de nêzî 40 kargeh xera bûne. Yildiz, kargehên mayî jî ji sedî 60-80 texrîb bûne û got: "Wezîr û şaredar dibêjin dê kargehên texrîb bûne û xisirîne çêbikin. Lê heya niha tiştek nehatiye kirin. Heya niha tenê herî tê paqijkirin."    XISAR    Yildiz, destnîşan kir ku kargehên xera bûna di navbera 300 hezar û 2 milyon TL'yî de xisirîne û got: "Tê gotin dê li kêleka kargehên xera bûne, ên nû çêbikin. Ne bi gotinê, divê di pratîkê de hin tişt bên kirin. Daxwazên me esnafên pîşesaziyê hene. Em li bendê ne wezaret û saziyên têkildar ji bo makîne û techîzatan alîkariyê bikin. Heger krediye bê faîz û demdirêj bê dayîn dibe ku em bi xwe ve bên."    KARKER JÎ MEXDÛR IN   Yildiz ku got "Keda me ya 50 salî çû behrê" got: "Dilê Ayancikê pîşesazî bû. Tenê ne saziyên pîşesaziya biçûk, ên orte jî hebûn. 20 karker li cem min dişixulin. Tenê ne em, karker jî mexdûr in. Li pîşesaziyê 350-400 karker dixebitîn. Mexdûriyeta me pir zêde ye."    ALÎKARΠ   Fazli Çayli ku li pîşesaziyê atolyeya wî ya tornayê heye, diyar kir ku esnafekî 50 salan e. Çayli, destnîşan kir ku lehiya li Ayancikê lehiyek pir mezin bû û got: "Em ê bibînin bê ka çi qasê xisara ji ber lehiyê çêbûye dê bê dayîn. Lê pir ne bihêvî me. Em pri xisirîne. Ji bo atolyeya min bibe wekî berê, herî kêm pêdiviya min bi 400 hezar TL'yî heye. Lê li ber destê min tu pere mere tune ne. Wezîr tenê dibêjin dê birîn bên cebirandin. Demildest divê alîkariya esnafên pîşesaziyê bikin."    WEZÎRAN TIŞTEK NEKIR    Esnaf Osman Çalişkan jî got: "Piraniya makîne texrîb bûne. Meaşê karkeran, deynên me, çekên me, deynên bankeyan hene. Dê esnaf çi bike? Wezîr hemû hatin, lê sozek jî nedan. Em jî nizanin dê çawa be. 100 esnaf mexdûr bûne. Divê alîkariya esnafan bê kirin."    MA/ Tolga Guney