Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin 2021-08-21 09:06:04 MÊRSÎN - Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê Selahattîn Guvenç, bal kişand ser êrîşên li ser penaberan û gelên din û destnîşan kir ku ev êrîş bi destê dewlet û îqtidarê tên birêxistinkirin.    Li gelek deverên Tirkiyeyê penaber bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Serokê Komeleya Şopandina Lêkolînan ên Koçberî û Penaberiyê ya Çûkûrovayê (GOÇ-DER) Selahattîn Guvenç, êrîşên li ser penaberan nirxandin.    ROLA ÎQTIDARÊ    Guvenç, bilêv kir ku ji ber êrîşên vê dawiyê yên li hemberî penaberan û zimanê cihêkar ê tê bikaranîn, fikarên wan zêde bûne. Guvenç, destnîşan kir ku divê îqtidar ji zimanê xwe yê nefretê, cihêkarî û nîjadperestiyê berde û divê penaber bi awayekî çalak ji cihêkarî, nîjadperestî û sûcên nefretê bên parastin. Guvenç, bilêv kir ku tu wextê wekî niha li hemberî penaberan û komên din ên etnîk êrîş ev qasî zêde nebûne û ev êrîş xweber rû nedane, bi destê dewlet û îqtidarê tên birêxistinkirin.    Guvenç got: "Îqtidar û serdest dem bi dem derdorên dîkekirî bera hev didin û sûdê ji alozî û tahdeyyê digirin. Kî dibe bila bibe, ji kîjan gelî dibe bila bibe, koçberiya bi darê zorê sûc e li hemberî mirovahiyê. Dixwazî bila penaber bin, dixwazî bila koçber bin, gotina 'herin, em we naxwazin' nayê gotin. Penaber ji ber hatine xwe ya vê derê, ne sûcdar in. Kî ev mirov sirgûn kiribin, berpirsiyar ew in. Yanî berpirsiyar pergala navneteweyî ye."    POLÎTÎKAYA KOÇBERIYÊ    Guvenç, bibîr xist ku penaberên sûriyeyî qurbanên şerê li Rojhilata Navîn in û got: "Berpirsiyarê êrîşên tên kirin, hikûmeta Tirkiyeyê ye." Guvenç, destnîşan kir ku ji zû de mirov koçî Tirkiyeyê dikin, lê belê di vî warî de polîtîkayeke Tirkiyeyê ya baş tune ye û polîtîkayên wê yên di vî warî de bi temamî konjukturî ne û li gor geşedanên li hundir û derve cih diguherin.    Guvenç, destnîşan kir ku berê Tirkiye ji bo penaberan welateke transît bû, lê niha bûye hedefa wan. Guvenç got: "Tirkiye penaberan li welêt dihêle û beramberiya wê pereyan ji Amerîka û welatên din distîne. Hiqûqa navneteweyî tê eciqandin. Her wiha tu mafekî jiyanê berpêşî penaberan nake. Penaber di nav rezalet, êş û trawmayeke mezin de dijîn. Îqtidar hem bi beramberiya pereyan penaberan li welêt dihêle hem jî raya giştî ya navxweyî bera wan dide. Heger em li ber vê tahdeyê ranebin, vê carê dê welatiyên bindest ên hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî bibin hedef."   QADA KAR   Guvenç, ragihand ku li Tirkiyeyê penaber wekî hêza bazarê ya erzan tên hesibandin û li depoyên narenciyeyê û nav erdan penaber nanoziko tên şixulandin.    MA / Esra Solîn Dal