27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin 2021-08-21 12:03:06 AMED - ÎHD’ê û Xizmên Windayan aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ê di sala 1994’an de li navçeya Karazê piştî hatibûn binçavkirin, hatin windakirin, pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 654’emîn bi onlînê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6’ê hezîrana 1994’an de li gundê Şeqlat ê girêdayî navçeya Karaza Amedê di serdegirtina malan a eskeran de hatibûn binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, hat pirsîn.    SERDEGIRTINA MALÊ    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yûsûf Erdogan ê çîroka Çalik û Fîdan vegot, diyar kir ku ji ber ku eskeran gundê Şeqlat ê girêdayî navçeya Karazê şewitand, malbata Çalik koçî navenda Amedê kiriye lê ji ber Salih Çalik karker bû di çû gund dixebitî û dihat.    Erdogan, bi lêv kir ku eskeran di 6’ê hezîranê de bi ser gund de girt û da zanîn ku dema serdegirtina gund de di encama gulebarandina eskeran a ser gundiyan de 2 gundî jiyana xwe ji dest didin. Erdogan, anî ziman k udi bûyerê de Salih Çalik ji lingê xwe birîndar dibe û diyar kir ku ji ber Çalik birîndar bû, çûye mala Suleyman Mûntaş lê esker mala ku lê dimînin tespît dikin û bi ser de digirin.    BINÇAV KIRIN   Erdogan, bi lêv kir ku di serdegirtina malê de eskeran xwediyê malê Suleyman Mûntaş, Salîh Çalik ê birîndar û Sînan Fîdan ê ji bo ku Çalik derban bike li malê bû binçav dikin û anî ziman ku Mûntaş piştî 25 rojan tê berdan lê Çalik û Fîdan di bin çavan de tên girtin. Erdogan pêvajoya binçavkirina Çalik û Fîdan wiha vegot: “Mûntaş dibêje du rojan bi Salîh û Sînan re di bin çavan de tê girtin û pişt re her duyan ji cem wî dibin. Malbatên ku ji aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan tu agahî negirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê dan. Dayika Salîh Çalik, ji dozger re dibêje her du kes jî ji mala Suleyman Mûntaş ji aliyê eskeran ve tên binçavkirin û Mûntaş jî bûye şahidê bûyerê. Lê dozger daxwaznameyê îadeyî malbatê dike û bi gotina ‘Ev kes me binçav nekirine, herin ji PKK’ê bipirsin’ daxwaza malbatan paş ve vedigerîne.”   Erdogan, aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ê ji wê dîrokê ve tu agahî ji wan nayên girtin pirsîn.