Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin 2021-08-21 13:12:06   BATMAN -  Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê li navçeya Farqînê di sala 1992'yan hat revandin kirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 487’emîn li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan di çalakiyê de vekirin. Endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê Zekî Tanguner, di çalakiyê de axivî û pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992'yan de li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê 2 kesan ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, kir.    Tanguner, diyar kir ku Akyikdiz li taxa Beşevler a Êlihê dijiya û wiha got: "Akyikdiz diçû dibistana navîn. Berî ku bê revandin heya demekê di vegera ji dibistanê de dihat derbkirin. Lê tu carî tiştên jiyan ji malbata xwe re negot."    HIZBÛLLAHÊ REVAND   Tanguner, di dewama axaftina xwe de wiha ev agahî dan: "Ji bo ku Akyildiz beşdarî Hizbullahê bibe, zext lê dihat kirin. Akyildiz roja ku hat revandin, diçe mala xwişka xwe ya Farqînê dijiya û li nêzî birca Aslanli ya Goristana Şey Halîl a li Cadeya Gazî ya Farqînê ji aliyê 2 kesan ve tê revandin. Mehmet Zekî yê ku 3 rojan li Farqînê hat girtin, dûre wî dibin stargeha kesên ku revandin a li gundê Sûse) ku jê re tê gotin 'gundê Hizbullahê' ye. Wê demê 7 kes ji stargehê direvin û xelas dibin. Malbata bi hêviya ku Zekî jî di nava wan de ye keyf xweş dibe. Lê li gel ku 29 sal derbas bûn jî, derbarê aqûbeta Zekî Akyildiz de tu agahiyek nehat bi dest xistin û hîna jî aqûbeta wî nayê zanîn."