Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin 2021-08-21 13:22:59   WAN - Komîteya Amadekar, têkildarî "Mîtînga Aştiyê" ya di 1’ê Îlonê de li Wanê were lidarxistin ev bang kir: “Em gelê xwe bi coş û ruhê Newrozê vedixwînin ku aştiyê bidin jiyîn û bi aştiyê re bijîn.”   Komîteya Amedekar ji bo “Mîtînga Aştiyê ya 1’ê Îlonê” ku di 1’ê Îlonê de ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê ve were lidarxistin, li avahiya HDP’ê ya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserok û endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê beşdarî civînê bûn. Di daxuyaniyê de rêveberê HDP’ê yê bajêr Omer Işik axivî.     BANG   Işik, diyar kir ku ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî wê tevlî bibe serî li walitiyê dane û wiha got: “Em ê bi serhildana xwezayê û jiyanê bi dirûşmeya “Aştî dide jiyîn” bi qîr in. Em di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li dijî karesat, talana xwezayê, şer û êşên bi mirovahiyê didin jiyîn, gelê xwe bi coş û ruhê Newrozê vedixwînin ku aştiyê bidin jiyîn û bi aştiyê re bijîn.”    Wê Koma Mûzîkê ya Aryen Sanat, Nûrcan Degîrmencî, Mûrat Demîr û Koma Abdal li ser dika mîtînga ku 1’ê Îlonê roja çarşemê saet di 15.00’an de li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter pêk were cih bigirin.