Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin 2021-08-21 14:55:10 STENBOL / ENQERE- Paravanên mafên Mirovan ên li Stenbol û Enqerê, di daxuyaniyên dan de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexwe ê 70 salî Mehmet Alî Çelebî û ji bo serbest berdan wî bang li rayedaran kirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F”a hefteya 491’emîn li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê 70 salî Mehmet Alî Çelebî û xwest serbest were berdan.   Endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê Ferît Barût, daxuyaniya vê heftê da û wiha axivî: “Di girtîgehan de 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene.” Barût destnîşan kir ku di nav van girtiyan de, li gel girtiyên gelek nexweşiyên wan hene, girtiyên nikarin bi tena serê xwe bijî jî hene.   MAFÊN WAN ÊN JIYAN Û TENDURISTIYÊ   Barû, anî ziman ku piraniya girtiyên nexweş ji derveyî qanûna înfazê hatine hiştin û wiha got: “Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Mafên girtiyan ên jiyan û tenduristiyê bin pê dikin. Ligel hemû hewldanan jî pirsgirêkên giran ên girtiyên nexwşe dijîn dewam dikin.”   HER ROJ NÊZÎ MIRINÊ DIBE   Barût, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî Mehmet Alî Çelebî û wiha rêz kir: “Ji bo ku Çelebî bê dermankirin ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 3 a Sîncanê hat kirin. Nexweşiyên Çelebî yên weke gurcik, penceşêra xwînê û bilindbûna tansiyonê yên kronîk hene. Di heftiyeke de 3 caran dikeve diyalîzê û ji ber penceşêra xwînê jî kemoterapî dibîne. Çelebî nikare bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike. Ji bo ku bê berdan serlêdan hatin kirin. Lê heya niha tu bersiv ji bo daxwaza berdana wî bersiv nehatiye dayîn. Her roja ku Çelebî di girtîgehê de dimîne, bêtir nêzî mirinê dibe.”   BANG LI RAYEDARAN KIR   Barût, xwest astengiyên li pêşiya dermankirina Çelebî bên rakirin û ev bang li rayedaran kir: “Ji bo ku Çelebî bê dermankirin em dixwazin ku cezayê wî bê taloqkirin.” Barût herî dawî, ji bo astengiyên li pêşiya mafê girtiyên nexweş rabin, bang li rayedar û raya giştî kir ku hesas tevbigerin.   JI BO ÇELEBÎ JI ENQERÊ BANG KIRIN   Li Enqerê, endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyan Re Azadî jî, di çalakiya xwe ya hefteya 363’yemîn de, bal kişandin ser rewşa Mehmet Alî Çelebî. Endamên Înîsiyatîfê çalakiya xwe li avahiya Şaxa ÎHD’ê li dar xist. Înîsiyatîfê di dawiya çalakiya xwe de, xwest tavilê Çelebî serbest bê berdan.