29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin 2021-08-21 15:28:52 STENBOL - Dayika Mehmet Zekî Ayyildiz ê 16 salî ku beriya 29 salan ji aliyê Hîzbûlahê ve hatibû revandin û kuştin, Rûskiye Akyildiz  wiha got: “Heke min zanibûya çi bi serê kurê min hat, wê hinek êşa dilê min kêm bibûya.”   Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 856’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li dar xistin. Dayikan di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Ayyildiz (16) ê di îlona 1992'yan de li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê 2 kesan ve hat revandin û piştî birin gundê Sûsa yê weke “gundê hizbûlahiyan” tê zanîn 29 salin agahî jê nehat girtin, pirs kirin.    Rûskiye Akyildiz, roja ku kurê wê Mehmet Zekî Akyildiz winda bû wiha vegot: “Min kurê xwe şandibû cem bavê wî. Min telefon li xwişka wî vekir û got ‘bila kurê min were malê’. Keça min girî û ji min re got ‘ma nehatiye malê?’ Min jî got nehatiye malê û em hemû derketin lê geriyan. Heke min zanibûya çi bi serê kurê min hat, wê hinek êşa dilê min kêm bûbûya.”   ‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Dûre, rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê parêzer Ahmet Şîray axivî û wiha got: “Li gorî ragihandinên malbatê dema li Êlihê dibistanê dixwîne hîzbûllahî gefa li wî dixwin. Malbata wî ya li Êlihê ji Fermandariya Cendermeyan a Farqînê re radigihîne lê ji malbatê re vegereke erênî nayê kirin. Piştî salek ser bûyerê re derbas bû, li gorî şahidekî ku li sitargeheke gundê Sûsa direve, di sitargehê de 78 kes hebûne û ji ber tarîbûye rûye hev du neditiye û bi dengekî bilind tenê nav û paşnav ji hev re gotin e. Li ser vê yekê malbat giliyê li Fermandariya Cendermeyan a Farqînê dike. Lê fermandarî dibêje haya wan ji bûyereke wisa re nîne. Ji vê rojê ve agahî ji Mehmet Zekî Akyildiz nehatiye girtin. Heta ku faîl werin dîtin wê têkoşîna me bidome.”   ‘RAYEDARÊN DEWLETÊ DENG NEKIRIN’   Ji xizmên windayan Umît Ozer jî diyar kir ku rayedarên dewletê ji gelek sûcên kuştin, revandin û windakirinê yên hîzbûlahê re bêdeng mane û wiha got: “Hizbûlahê bi sedan kes revandin û bi rêbazên hovane ew qetil kirin. Malbata Akyildiz a 9 zarokên wan hebûn li Taxa Beşevler a Êlihê dijî. Ji zarokên wan Mehmet Zekî yê 16 salî xwendekar bû. Çend caran lêda bûn û bi awayekî cilên wî qetandî vegerî malê. Mehmet Zekî têkildarî mijdarê bersivên rast ji malbatê re negotin. Malbata ku rewş lêkolîn kir hîn bûn ku hîzbûlah ji bo lawê wan tevlî wan bibe zextê lê dike. Li ser vê yekê malbatê qeyda Mehmet Zekî wergirtin Dibistana Navîn a Sala 60’emîn. Lê hîzbûlahiyan zext û gefên xwe domandin.”   LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR NEHAT KIRIN   Ozer, da zanînku malbat bi derfetên xwe li kurê xwe digerin û wiha axivî: “Malbatê hem ji ber terora hîzbûlahê dimeşand hem jî ji ber nelêkolînkirina serlêdanan, nikarî giliyê bike. Piştî çend salan ji şaxa eskeriyê kaxiza celbê ya Mehmet Zekî hat. Li ser vê yekê malbatê kaxiza celbê girt. Malbata ku kaxiza celbê girt çû şaxa eskeriyê. Gotin ku kurê wan hîzbûlahê revandiye û ji sala 1992’yê ve tu agahî jê nagirin û heta niha di dosyaya wî de lêpirsîneke bi bandor nehatiye birêvebirin. Kesen ku ew revandin nehatin derxistin û cezakirin.”   Ozer herî dawî ev bang kir: “Em bang li meqamên darazê dikin ku vê daxuyaniya me weke giliyekî bigirin dest û ji bo ku têkildarî windakirina Mehmet Zekî Akyildiz lêpirsîneke bi bandor bi rê ve bibin divê bikevin nava tevgerê.”