ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan 2021-08-21 15:42:24   ÎZMÎR - ÎHD’ê, diyar kir ku nexweşiya Mahmût Badûr her ku diçe giran dibe û xwest serbest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, derbarê rewşa girtiyê nexweş Mahmût Badûr (56) ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê dimîne de, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li pêş Sumerbank a Konaka berê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran dimirin, bêdeng nemîne” hat vekirin.    DAXWAZA BERDANÊ   Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, diyar kir ku Badûr 29 salin girtiye û wiha axivî: “Ji ber vê gelek nexweşiyên wî hene. Ev demek dirêje nexweşiya wî ya dil heye. Du caran krîza dil derbas kiriye. Anjiyo bûye û di dilê wî de stent heye. Gurcikek wî hatiye girtin. Ji ber vê bi pergalî diçe kontrolê. Ligel van nexweşiyên wî çonga wî jî av girtiye. Her ku Badûr di girtîgehê de bimîne, wê nexweşiyên wî zêdetir bibin. Ji xwe nexweşiyên wî yên heyî, lê giran bûne. Ji bo ku Badûr bi awayekê baş bê dermankirin divê serbest bê berdan. Ji bo vê em bangî rayedaran dikin ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin."