Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin 2021-08-21 16:20:13   EDENE - Karkerên çandiniyê yên li navçeya Karataşê dimînin, bi biryara Walitiya Edeneyê tê xwestin ji konên xwe derkevin.    Walitiya Edeneyê, Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û Miduriyeta Giştî ya Rêyabejahiyê, bi hêceta çêkirina pirekê û paqijkirina qenala avê ya aîdî DSÎ ye dixwazin çadirên li kêleka qenalê yên li Taxên Çavûşlû û Karagoçer ên li ser rêya Tûzla ya girêdayî navçeya Karataş a Edeneyê ji cihên wan rakin. Walitiya Edeneyê têkildarî qada konan bi hêceta lehiyê di 27’ê Kanûna 2019’an de biryara valakirinê girtibû û bi mudaxaleya cendermeyan gelek kon hatibûn rakirin. Lê bi hewldanên HDP’ê biryara valakirinê ya Walitiyê hatibû astengkirin.    ‘CIHEKÎ KU EM BIÇIN TUNE YE’   Li qada ku welatiyên di salên 90’î de ji bajarên herêmê û welatiyên ji Sûriyê koç kirin lê dimînin nêzî 500 kon û 100 malbat hene. Malbatên ku mexdûrê koçberiyê ne debara xwe bi xebitîna weke karkerên demsalî yên çandiniyê dikin. Biryara derbarê rakirina konan de hefteya derbasbûyî teblîxî Muxtariyeta Taxa Karagoçer hat kirin. Şandeyeke ji Qeymeqamê Karataş, Fermandarê Qereqolê yê Tûzlayê, DSÎ û Miduriyeta Giştî ya Rêyabejahiyê pêk dihat duh, bi welatiyên di konan de dimînin hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de ji welatiyan re gotin ku wê kirariyên valakirinê werin kirin û kesên li dijî vê yekê derkevin jî wê bi darê zorê werin derxistin.   Hin welatiyên ku li qada konan dimînin piştî biryara valakirinê, çadirên xwe kom kirin û ber bi welatê xwe ve bi rê ketin. Gelek welatiyan jî bertek nîşanî vê biryarê da. Yek ji welatiyan Emîn Aydin, diyar kir ku 30 sal in di konan de dimînin û wiha got: “Cihekî ku em biçinê nîne. Ji me re cihekê bibînin wisa rakin. Hin mirovan 500 hezar berhemê wan çandinî ye biçin kû? Daxwaza me ewe ku cihekî lê mayînê nîşanî me bidin. Em ne kon ne jî avahiyê dixwazin tenê cihêkî ku em lê bimînin nîşanî me bidin bes e.”   ‘LI WELAT CIHEKÎ EZ LÊ BIMÎNIM NÎNE’   Hasan Batmaz jî da zanîn ku 6 sal in di konan de dimînin û 10 salan de mecbûr maye ku 4 caran koç bike. Batmaz, tiştên bi serê wî hatin wiha vegot: “Ev cara çaremin e ez koç dikim, her deh salan carekê têm koçkirin Di sala 2016’an de ji ber zexta dewletê ji gundê Gulecîk ê navçeya Cizîra Şirnexê hatim koçkirin. Ji gund koçî Cizîrê, ji Cizîrê koçî Edeneyê, ji Edeneyê koçî konan hatim kirin niha nizanin em ê biçin ku derê. Ji me re dibêjin ‘herin’. Em biçin lê em biçin ku? Divê hinek xwedî li me derkevin, rayedar dest bi avêjin vî karî. Ne walî ne qeymeqam ne jî şaredarî xwedî li me dernakeve. Bi hêceta pirê me derdixînin. Em li dijî pirê nînin lê bila cihekê ji me re bibînin pişt re bêjin ‘derkevin.’ Ji me re dibêjin ‘hûn çawa hatine wisa herin’. Min du salan li Agiriyê leşkerî kir min bo çi kir? Heke li vî welatî cihê min nebe bila min dersînor bikin.”   MA / Esra Solîn Dal - Hamdullah Yagiz Kesen