Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e 2021-08-21 19:21:35   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li Botanê peyam da îqtidar û muxalefetê û got: "Bêyî esasgirtina HDP'ê, guherandina vê pergala xirab ne pêkan e."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li Şirnexê di hevdîtina di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiyê ye" de axivî û peyamên girîng dan.    ‘HÊZA ME DIKARE VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNE'    Sancar, anî ziman ku di serdemeke pir krîtîk re derbas dibin û got: "Gelek serdemên krîtîk ên vî welatî çêbûne, lê em dibêjin ku em ber bi fînalê ve dimeşin. An em ê rêya aştî, demokrasî, edalet û azadiyê heya dawiyê vekin, an jî dê ev pergala tarî cardin serdestia xwe bidomîne. Lê em baş dizanin û yeqîn dikin ku em xwedî wê hêzê ne ku dikarin vê pergalê biguherînin."    LI DIJÎ BLOGA NEÇARESERIYÊ TIFAQA ÇARESERIYÊ    Sancar, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku çetebûyîna dewletê, rewakirina şêlankarî û rantê û sergirtina talanê ji ber polîtîkayên neçareseriyê ne û got: "Lewma em dibêjin ku li dijî bloga neçareseriyê, em ê tifaqa demokrasiyê, tifaqa çareseriyê ava bikin. Li dijî bloga neçareseriyê, tifaqa çareseriyê. Ev blok, bloga şer e. Ev blog, welêt bi polîtîkayên şerî bi rê ve dibe û ev blog li ku derê şer hebe, li wir hewl dide ji xwe re firsendekê biafirîne. Li Sûriye, Lîbya, Afxanîstanê xwîna mirovan diherike, lê ev blog li pê hesab û kîtaban e. Dixwaze pergala berjwendî û qesrê bidomîne. Lewma em dibêjin em ê li dijî bloga şer tifaqa aştiyê ava bikin. Dê tifaqa aştiyê, li dijî bloga şer bê avakirin."    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Sancar, destnîşan kir ku sembola neçareseriyê û polîtîkayên şerî, tecrîd e û got: "Ev blok, bloga tecrîdê ye. Tecrîda li Îmraliyê, ne pêkanîna girtîgehek hêsan e. Tecrîda Îmraliyê, rejîmek e, pergalek e. Sedema vê rejîmê, vê pergalê û tecrîda li Îmraliyê, neçareserî û polîtîkayên şerî ye. Lewma em dibêjin ku li dijî bloga tecrîdê, em ê tifaqa diyalog û muzakereyê ava bikin. Ji lew re çareserkirina pirsgirêka kurdî ancax bi diyalog û muzakereyê pêkan e. Ji bo vê jî teqez divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Têkoşîna me ya li hemberî tecrîdê, di heman demê de perçeyeke bivênevê ya têkoşîna aştî û çareseriyê ye jî. Lewma em dibêjin ku em ê li dijî bloga tecrîdê, tifaqa diyalog û muzakereyê ava bikin."    ARMANCA HEVDÎTINAN    Sancar ji bo hevdîtinên dikin jî got: "Du meh in, em li ser rêyyan e. Carinan em hevserok diçin bajaran, lê hemû rêvebirên me, endamên me yên PM û MYK'ç, parlementerên me her roj kuçe bi kuçe, mal bi mal digerin û hevdîtinê bi we re dikin. Armanceke van hevdîtinan heye. Helbet em ê tim li cem gelê xwe bin. Ji lew re hêza me dilê gelê me ye, mal û kuçeya gelê me ye."    'EM Ê RÊYA XWE DIYAR BIKIN'    Sancar got: "Em li qadan hevdîtinê bi we re dikin û guh li dilê gelê xwe dikin. Me hevdîtin bi rêxistinên civaka sivîl re kirin, me hîkmet ji alim û seydayên xwe girtin. Me hemû pêşniyarên hatin kirin guhdar kir. Ji lew re pêvajiya li pêşiya me, serdemeke biryarên krîtîk e. Ji lew re di fînalê de em ê çi bikin, çawa tevbigerin, dvê em ragihînin gelê xwe. Em ê vê jî di meha Îlonê de bikin. Lê em ê çawa bikin? Em ê b van hevdîtinan, bi dengê we, bi fikirên rêxistinên civaka sivîl, seyda û aliman rêya xwe diyar bikin. Rêya me diyar e, lê em ê çawa bimeşin? Bersiva vê jî em ê tiştên ku me ji vir girtine esas bigirin û em ê li gor fikir û pêşniyarên vir rêya xwe diyar bikin. Rêya me demokrasî ye, rêya me azadî, edalet û aştî ye."    ‘BÊYÎ HDP'Ê GUHERÎN NEPÊKAN '    Sancar di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê biryarên girtine bikin deklerasyon û got: "Em ê di vê deklerasyonê de pêşî bang li civakê bikin. Em ê bang li muxalefet, îqtidar û tevgera kurd jî bikin. Em ê van bangawaziyan jî bi tiştên ku me ji we gitine bikin. Rêya me diyar e. Ev rê rêya azadiyê, demokrasiyê û aştiyê ye. Li vî welatî bêyî HDP'ê, bêyî vîna hevpar a gelan, guherîn nepêkan e. Bêyî esasgirtina HDP'ê, guherandina vê pergala xirab ne pêkan e. Em nebin, çareserî jî tune ye, çareserî bi me re ye."   Hevdîtin bi govend gerandinê bi dawî bû.