Rojên zehmet li benda sewalvanan e 2021-08-22 09:01:12   WAN - Ji ber hişkesaliyê û bihabûna fiyetên ka û giya, rojên zor û zehmet li benda sewalvanan e.    Ji ber hişkesaliyê îsal hilberîn kêm bû. Ji ber vê li êrgan giya jî tune ye. Ji ber vê fiyetê ka û giya du qat zêde bûne. Ev yek herî zêde bandorê li sewalvanan dike.    Ji esnafên Kooperatîfa Êm û Kayê Hasan Unver, anî ziman ku ji ber kêmbûna ka û giya, her kes li gor xwe fiyet diyar dike û ber bi zivistanê ve dê fiyet bihatir bibin.    LI NAV ERD BI 500'Î, LI BAZARÊ BI HEZAR 200 TL'YΠ   Unver, diyar kir ku ji xeynî hişkesaliyê, mesrefê rê û mazotê jî pir zêde bûne û got: "Ji ber ku em kayê ji bajarine din distînin, heqê rê jî lê tê barkirin û fiet bihatir dibe. Ev yek, bandorek mezin li me esnaf û cotkaran kir. Ji ber ku fiyet biha ne, em nikarin tiştekî bifiroşin. Îsal rewş qet nebaş e. Par tona kaya kesk li dor hezar û 200 lîreyî bû, lê îsal em bi 2 hezar û 500 lîreyî difiroşin. Kaya spî, li nav erd li dor 500 TL'yî bû, lê heya tê vir dibe hezar û 200 TL. Ên zêde qeznec dikin navbeynkar in. Navbeynkar diçin ji bajarine din bi erzanî dikirin û bi fiyetkî biha difiroşin me. Em jî ji mecbûrî dikirin."    Suleyman Bûlût jî, da zanîn ku berê piyaseya kayê di destê cotkaran de bûye, lê belê niha di destê stokvanan de ye. Bûlût got: "Gelek kes kayê stok dike. Gava fiyet biha dibin, difiroşin. Tenê ne li vir, li Amed, Êlih, Mêrdîn û Rihayê jî wisa ye."    QEDEXEKIRINA ZOZANAN   Esnaf Nevzat Akkûş jî anî ziman ku hişkesalî bandor li fiyetên kayê kiriye û bal kişand ser qedexeyên zozanan. Akkûş, bilêv kir ku li herêmê ka bi destê gelek sewalvanan nakeve û ji ber vê ji bêgavî dev ji sewalvaniyê berdidin û got: Em esnaf tiştekî qezenc nakin. Tenê qereborsecî û navbeynkar qezenc dikin."