Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence 2021-08-22 09:02:16   EDENE -  Serokê ÎHD'a Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş, anî ziman ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa T'yê girtî bi awayekî sîstematîk bi muameleyeke xirab re rû bi rû dimînin û got: "A tê kirin sûc e."    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê, dê giliyê îdareya Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa T ku nû hatiye vekirin, bike. Îdareya girtîgehê bi awayekî sîstematîk tahdeyê li girtiyan dike. Mehmet Emîn Ado, Zafer Bahadir, Omer Tolûk û Mûstafa Ozer ku di meha Tîrmehê de ji Girtîgeha Ceyhan a Tîpa M'yê hatin sewqkirin, li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Girtiyan ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye, gardiyanan li wan xistiye.    Serokê ÎHD'a Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş, têkildarî mijarê axxivî û da zanîn ku girtiyan serî li wan daye û ew jî çûne girtîgehê, hevdîtin bi girtiyan re kirine.    ‘XWEDAYÊ VIR EZ IM'    Ataş, destnîşan kir ku ji ber ku girtî li têketina girtîgehê lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine îşkencekirin û piştî lêgerînan wan xistine odeya karantînayyê û li vir jî 3 rojan pêdiviyên wan nehatine peydakirin û pirtûk û radyoyên bi xwe re anîne jî nedane wan. Ataş got: "Du hefte bi şûn de gava girtî ji bo hevdîtinê birine li ber dîwar nîzama eskerî li wan ferz kirine. Girtiyan ji ber vê serî li komeleya me dan û em jî di 17'ê Tebaxa 2021'ê de çûn girtîgehê me û hevdîtin bi wan re kir. Girtian, ragihand ku di 12'ê Tebaxê de gava ji bo şopa tiliyên wan bên girtin ew birine, nîzama eskerî li wan ferz kirine û ji ber ku girtiyan qebûl nekiriye, gardiyanan li wan xistiye. Ji van girtiyan M.E.A. ji ber kulmê devê wî çiriyaye û xwîn jê hatiye. Sergardiyanê noberda heqaret li wan kiriye û gef li wan xwariye û ji wan re gotiye 'Xwedayê vir ez im, ez çi bibêjim gere hûn bikin, yan na ez ê vê derê li we bikim jehr û bihêlim.'"   ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN'    Ataş, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ev bûyer hemû careke din nîşan didin ku li girtîgehan her diçe tahde û binpêkirinên mafan zêde dibin."    ‘EM Ê GILÎ BIKIN'    Ataş, bilêv kir ku têkildarî van binpêkirinên mafan serî li merciyên îdarî û edlî dane û got: "Ferzkirina lêgerîna tazî, derbkirin, heqaret, ferzkirina nîzama eskerî di çarçoveya qedexeyya îşkenceyê de sûc e. Em Komeleya Mafên Mirovan, me derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa T'yê, me serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da. Her wiha ji bo bidawîbûna van binpêkirinên mafan me hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re kir. Di nêz de em ê ji bo lêkolînkirina van îdiayan em ê serî li serdozgeriya komarê bidin û giliyê kiryaran bikin."    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen