Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin 2021-08-22 09:03:02     SÎNOP – Piştî lehiya li Ayancikê ku 10 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 6 kes winda ne, ji bo navçeyê ji nû ve rakin ser pêyan, koma piştevaniyê ava kirin.    Li Sînopê di 11'ê Tebaxê de lehî rabûbû. Li navçeya Ayancikê gelek avahî di bin avê de mabûn û sîteya pîşesaziyê û cihê bazarê bi temamî rûxiyabûn. Li gor daxuyaniyên fermî 10 welatî jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî hê winda ne û li gundê Babaçayê jî 47 xanî bi temamî rûxiyane.    Ji roja lehî rabûye heya niha gelek kes bi dilxwazî tevdigerin û alîkariya şêniyên Ayancikê dikin. Kesên dilxwaz Koma Piştevaniyê ya Ayancikê ava kirin û ji bo birînên navçeyê bicebirînin seferber bûne.    JI ROJA EWIL DE LI KUÇEYAN E    Endamê Koma Piştevaniyê ya Ayancikê Macît Yilmaz, anî ziman ku piştî lehiyê di ser Egîtîm-Senê re ji bo alîkariyê pêwendî bi mirovan re danîne. Yilmaz, bilêv kir ku hê di roja ewil a lehiyê de di yekeyên dewletê aloziyek rû daye û got: "Em li benda wan nesekinîn û me koma piştevaniyê ava kir. Ewilî komên piştevaniyê yên Sînopê alîkariya me kirin. Me dît ku li qadê mirov alîkariyên AFAD'êji nav destên hev direvînin. Ji ber vê bêpergaliyê, em jî daketin nav kuçeyan û me av û nan dan mirovan. Lehiyê navçeya me kir du şeq. Ji bo em alîkariyê bigihînin mirovên li aliyê din me, me ji pirê xelekek çêkir. Paşê em çûn gundan."    Yilmaz, destnîşan kir ku armanca wan a sereke xwe bigihînin karkerên pîşesaziyê û got: "Bi sedan şagirt, hoste û mirovên li pîşesaziyê dixebitin, ji niha û pê ve dê 3-4 mehan tu dahetek wan tune be. Em dixwazin alîkariya wan bikin. Me ji bo vê zexîre berhev kirin. Dê ev alîkariya heya demeke dirêj dewam bike."    RUHÊ PIŞTEVANIYÊ    Yilmaz, bilêv kir ku karesat dibin cihê aloziyan û got: "Zehmet e ku ew mirovên di nav wê aloziyê de karibin debara xwe bikin. Di rewşeke wiha de rêxistinbûyîn pir girîng e. Nexasim jî li Ayancikê hin kes hewl didin. Serê sibehê zû ji mal dertên û xwe digihînin mirovan. Di nav van kesan de mamoste û xwendekarên ji Sînopê, ji Turkeliyê hatine hene. Ev ruhê piştevaniyê ji bo cardin Ayancik bi xwe ve bê, pir girîng e."   Emîrcan Kûyûmcû jî anî ziman ku piştî lehiyê alîkariyên KESK, TMMOB û Şaredariya Atakûmê anîne. Kûyûmcû, destnîşan kir ku gelê Atakûmê bi girîngiya piştevaniyê dizane û got: "Di dema erdheja Xarpêtê de jî heman tişt hat serê me. Gava me li ser hesabê xwe yê medyaya civakî lîsteya alîkariyan belav kir, gel di nav 24 saetan de gelek tişt teslîmî me kirin. Xwendekaran montên xwe şandin."    Kûyûmcû, diyar kir ku li Ayancikê herî zêde pêdivî bi hêza mirovan heye û bang li saziyên rêxistina civakî kir ku mirovên dilxwaz bişînin herêmê.    MA/ Tolga Guney