Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin 2021-08-22 09:06:31   RIHA - Xizmên girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne gotin, "Daxwazên wan daxwazên me ne" û xwestin xizmên girtiyan hemû bên cem hev du û dengê xwe bilind bikin.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorvegr ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdara 2020'an de hatine destpêkirin, di roja 269'an de didomin. Xizmên girtiyan, xwestin tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    Meyase Korkmaz, xwişka Aptî Gumuş ku di Girtîgeha Tarsûsê de ye û tevli çalakiya greva birçîbûnê bûye, anî ziman ku girtî li hemberî zilma deletê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Korkmaz, destnîşan kir ku daxwaza ewil a girtiyan bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê ye û got: "Girtiyan sirgûnê deverên dûr dikin. Ev tecrîd e. Bidawîbûna tecrîda li ser girtiyanî bi bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan pêkan e. Azadiya Ocalan, azadiya gelê kurd e. 22 sal in zilm lê tê kirin. Em dixwazin êdî ev zilm bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê dayikên girtiyan hemû bên cem hev du."    ‘SIRGÛNÊN TÊN KIRIN KONSEPTEK E'    Mahmût Kayadag, apê Mehmet Şiyar Kaadag ku di 11'ê Tebaxa 2021'ê de ji Girtîgeha Riha ya Tîpa T'yê sirgûnî Girtîgeha Kalkandare ya Rîzeyê hat kirin, anî ziman ku armanca sewqkirinan ew e ku malbat bên cezakirin. Kayadag got: "Girtî ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan daxwazên xwe tînin zimên, lê radibin ji bo hem girtiyan hem malbatan ceza bikin, wan sirgûn dikin. Ev, konseptek e. Ev konsept bi salan e ji bo vîna girtiyan bê şikandin, tê kirin. Di çalakiyên berê de gel li derve hin çalakî l dar xistin û xwedî li wan derketin. Divê heman tişt demildest cardin bê kirin."    Mehmet Sînan Altûn, bavê Semîh Altûn ku di 11'ê Tebaxê de ji Girtîgeha Riha ya Tîpa T a Jimare 1'ê sewqî Girtîgeha Erzingan a Tîpa T'yê hat kirin, got: "Çawa davêjin ser malan, wisa jî avêtine ser qawîşên girtiyan. Nehiştine rahêlin kincên xe jî. Sedem jî, ji ber ku girtî doza mafên xwe yên insanî dikin û ji bo vê di grevê de ne. Nahêoin em bi tu awayî girtiyan bibînin. Wan bibin ku derê jî, em ê bçin wan bibînin, em ê girtiyan di nav lepên wan de nehêlin."    Altûn, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Girtî dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Heger tecrîd bi dawî nebe, dê tu rê li ber gelê kurd neyê vekirin. Pergal niha rêya gelê kurd bi tecrîdê digire. Em, ên li derve, divê bibin dengê girtiyan û çi ji destê me bê divê em bikin."    Cemal Babaoglû, birayê Bûrhan Babaoglû ku nexweş e û di Girtîgeha Kepîsût a Balikesîr a Tîpa L'yê de ye, diyar kir ku girtî ji bo rûmeta xwe bedenên xwe dane ber birçîbûnê û got: "Îro ro li girtîgehan tecrîd, binpêkirinên li dijî mirovahiyê hene. Ji bo hesasbûnê bang li her kesî dikim. Demildest divê rayedar dev ji polîtîkayên xwe yên tecrîdê berdin. Di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene û nayên berdan. Birayê min jî nexweş e û 29 sal in girtiye. Bi hinceta şewb heye hevdîtinên vekirî qedexe ne. Em bi telefonê jî tê dernaxên bê ka rewşa wî çawa ye. Tirkiye demildest divê dev ji girtina muxalifan û pêkanînên xwe yên li girtîgehan berde."    ‘TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ'    Emîn Tûtal, bavê Mahmût Tûtal ku di Girtîgeha Riha ya Tîpa T a Jimare 1'ê de ye, destnîşan kir ku girtî li dijî bêhiqûqîtiyan bedenên xwe dane ber birçîbûnê. Tûtal, anî ziman ku daxwaza ewil a girtiyan û malbatên wan "bidawîbûna tecrîdê ye" û got: "Girtî tên tecrîdkirin, tên sirgûnkirin. Em malbat, ne mimkun e ku em vê qebûl bikin. Hemû kesên xweyî wijdan divê dengê xwe bilind bike. Saziyên rêxistinên hiqûqê jî divê çavên xwe negirin. Tenduristî û jiyana bi hezaran girtiyî di xeterereyê de ye. Niha kirin 15 roj a dorveger. Ê sibê veguhere çi em jî nizanin. Daxwazên girtiyan, daxwazine insanî ne. Demildest divê ev daxwaz bên qebûlkirin."    MA / Emrûllah Acar