Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke 2021-08-22 09:07:31   ENQERE - Jina afxan Meryam ku li Tirkiyeyê dijî, diyar kir ku jin ji bo kes Talîbanê esas negire û qebûl neke li Afxanistanê têdikoşin û Fatma jî destnîşan kir ku dê jin tu carî dev ji têkoşînê bernedin.    Talîban bi destxstina paytexta Afxanistanê Kabîlê, piştî 20 salan cardin welêt xist bin kontrola xwe. Gava Talîban welêt xist bin kontrola xwe got "em ê welêt ne bi demokrasiyê bi şerîatê bi rê ve bibin, dê alimên dîn biryara kincên jinan bidin." Ev yek, jinên afxan ên welatên din diqilqilîne. Jinên Afxan ên li Tirkiyeyêçendî bi rêyên "qanûnî" hatine Tirkiyeyê jî, di şert û mercên zor û zehmet de dijîn.    Ji van jinan yek jê Fatma ye û 2 sal berê hatiye Tirkiyeyê. Ya din jî Meryam e û 4 sal berê hatiye Tirkiyeyê. Fatma û Meryam ku ji ber ewlehiyê nexwestin paşnavên wan bên aşkerekirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    Meryam, bilêv kir ku anî ziman ku 3 sal berê ji bo lîsansa bilind tevî dêya xwe hatiye Tirkiyeyê û li Afxanistanê beşa derûnasiyê kuta kiriye.    DÊ NIKARIBE BIÇE WELATÊ XWE    Meryam, destnîşan kir ku ji roja ku hatiye Tirkiyeyê heya niha tenê carekê çûye Afxanistanê û wer difikirî ku gava lîsansa bilind kuta bike dê vegere, lê belê çûyîn niha pir talûke bûye. Meryam got: "Karê me, mala me, xizmên me, xwişk û birayên min hemû li wir in. Lê niha çûyîna me pir zehmet e. Dê Talîban me bikuje. Mesela ez hîcabê bi kar naynim, lewma ez ji bo Talîbanê ne jineke misilman im. Gava ez li Afxanistanê bûm min hîcab bi kar nedianî, tenê min şerpeyek dida serê xwe. Lê Talîban tiştekî din dixwaze. Lewma dê min bikuje. Hatina min a vira ya ji bo lîsansa bilind jî, ji bo Talîbanê sedemeke kuştina min e. Em tam 20 salan ji bo demokrasî û hiqûqê pir xebitîn. Lê niha her tişt pir xirab bûyye. Talîban ji bo me talûkeyeke mezin e."    LI HEMBERÎ TALÎBAN TÊKOŞIYA    Meryam, ji bo têkoşîna 20 salan ev titş gotin: "Li Afxanistanê Talîbanê car carinan êrîşine xwekujiyê dikirin. Li kargeha ez lê dixebitîm, tevî min gelek jin hebûn. Ji ber ku jin dixebitîn, Talîbanê li nêzî wan kargehan êrîşên xwekujiyê dikirin. Lê dîsa jî em diçûn karê xwe û em dixebitîn. Ji lew re li Afxanistanê şixula jinan têkoşîneke pir girîng e. Ji bo demokrasî û hiqûqê, çendî ev qas êrîş çêdibûn jî, dîsa em diçûn kar. Lê niha kesî li hemberî Talîban şer nekir."    Meryam, diyar kir ku bi qasî xizmên wan ên li wir radigihînin hay ji rewşa welêt çêdibin û got: "Em pir nikarin biaxivin. Ji lew re axaftina zêde, pir talûke ye. Dibe ku telefon tên guhdarîkirin. Lê bi qasî ez dizanim her kes pir ditirse. Niha her der girtiye. Xizmên me jî ji mal dernakevin. Vê sibehê jinek sirf ji ber ku şerpe daye serê xwe û derketiye, Talîban ji bo çavtirsandinê çek teqandiye. Karmendên dewletê malên xwe guherandine. Sibê dê çi biqewime, em jî nizanin."    ‘DIVÊ CÎHAN HEMÛ LI BER RABE'    Meryam, diyar kir ku Talîban li bendê ye ku dewlet wê qebûl bikin û got: "Gava bê qebûlkirin, dê dest bi xirabiyên xwe bike. Em afxan in û em Talîban qebûl nakin. Firsend çêbibe, ez ê biçim Afxanistanê. Ez ê şer bikim. Ji lew re ez wan naxwazim. Li nexweşxaneyê jinan ku zarok anî dinê, zaroka wê kuştin. Em qebûl nakin, bila tu welatên cîhanê jî wan qebûl nekin. Talîban, ji bo hemû cîhanê talûkeyek mezin e. Lewma divê hemû cîhan li ber rabe."    ‘BILA EŞREF GANÎ HESAB BIDE'    Meryam xwest Serokkomarê Afxanistanê Eşref Ganî jî bê zevtkirin û got: "Her tiştên me hene. Çekên me, ocaxên me, eskerên me. Eskeran dixwest şer bike, lê serokkomar nehişt û çû reviya. Em dixwazin bê dadgehkirin. BIla were, pirsên me bibersivîne. Çima reviya? Çima şer nekir? Çima çek neşixuland? Em dixwazin van pirsan bibersivîne. 3 meh in meaşê karmendan nedabû wan, Rahişt meaşê wan jî û çû reviya. Çima serokkomar destûr aşer neda? Gelê Afxanîstanê amade bû, şer bike."    JIN LI KUÇEYAN E    Meryam, derbarê jinên ku li Afxanistanê daketin kuçeyan de jî axivî û got: "Li Afxanîstanê jin têdikoşin. Em temaşe dikin, dadikevin kuçeyan. Pir talûke ye, lê ji bo kes Talîban esas negire û qebûl neke têdikoşin. Dibêjin, 'destkeftiyên me hene, em xwedî li wan derdikevin.' Bimirin jî dê cîhan zanibe ku jinên afxan li kuçeyan e. Li bajarekî Afxanistanê jin û mêr tevde daketin kuçeyan. Divê ev têkoşîn bidome û cîhan jî bêdeng nemîne. Heger Talîban bimîne, dê Afxanîstan bibe girtîgeh. Belkî şer nebe, lê wê bibe wekî girtîgehan. Ev rewş herî zêde ji bo jinan giran e. Lê em dev jê bernadin, em ê bitêkoşin."    Fatma jî 4 sal berê ji ber zilma Talîbanê tevî malbata xwe bi vîzeyê hatiye Tirkiyeyê. Fatma, bilêv kir ku bi vîzeya turîstiyê li Tirkiyeyê dimîne û destûra wê ya xebatê tune ye. Fatma, diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê bimîne her sal an jî du salan carekê gere vîzeyê nû bike. Fatma, ji bo çûna Afxanistanê ev tişt gotin: "Na, dilê min ê çûyînê tune ye, her kes direve. Ma çima ez ê biçim? Ji roja Talîban hatiye, bi navê Afxanîstanê tiştek nemaye. Ma ez ê biçim di bin alayeke ez wê nas nakim de bijîm? Alaya me daxistin. Car carinan ez bi xizmên xwe yên li wir diaxivim, ew jî nikarin her tiştî bibêjin. Dibêjin sakîn e. A rast ji tirsa nikarin biaxivin, ji lew re dibe ku telefon tên guhdarîkirin."    ‘BILA TIRKIYE TALÎBANÊ ESAS NEGIRE'    Fatma, destnîşan kir ku Talîban dixwaze demeke dirêj hebe, lewma peyamên nerm dide û got: "Niha ji bo bên qebûlkirin xwe baş nîşan didin. Bila Tirkiye ew pesend neke, nas neke. Tirkiye niha afxanan dersînor dike. Bila tiştekî wiha neke. Ji lew re gava ew ji vir biçin, dê bên kuştin. Em welatiyên wî welatî ne. Em li wir çêbûn û mezin bûn. Heke em Talîbanê qebûl nekin, dê kî Talîbanê qebûl bike? Talîban ne rêxistinek pir mezin e. Em dikarin li ber wan rabin. Dê jinên afxan bitêkoşin."    MA / Zemo Aggoz