Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin 2021-08-22 10:29:27   ENQERE - Mehmet Dûymaz ê ku bi gotina “Hard kapîtalîzm” hat nasîn ji binçavan hat berdan û got: “Wê nikaribin bi du metrekareyên tarî me bitirsînin. Em bi biryardar in û natirsin.”    Mehmet Dûymaz (Azadî Kaya) ku bi gotina “Hard kapîtalîzm" tê nasîn di 18’ê tebaxê de bi 6 kesan re hat binçavkirin û piştî binçavkirina du rojan bi şertê kontrola edlî hat berdan. Dûymaz ê hat berdan ji ajansa me re axivî.    Dûymaz diyar kir ku wexta polîs wî binçav dikin tu hêcetê binçavkirinê pêşkêşî wî nadin û got: “Serê sibê zû bi ser mala min de girtin. Malê serûbin kirin. Polîtîkaya her dem e, polîtîkaya zext û çewisandinê. Hin axaftin hatin kirin. Lê min got ez li pey wan çalakiyên xwe me ku min kirine.”    PARVEKIRINÊN MEDYA CIVAKÎ JÊ PIRSÎ NE    Dûymaz da zanîn ku di binçavan de parvekirinên medya dîjîtal jê hatine kirin û wiha got: “Parvekirinên min ên derbarê Îbrahîm Kaypakkaya ku pêşengê şoreşgerên 68’an bû, pirs kirin. Bîranîna ronakbîr û hevrêyên me rûmeta me ye. Kîjan ronakbîrê me dibe bila bibe, Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Seyît Riza, Şêx Bedrettîn, Ehmedê Xanê dibe û yên dibin em neçarin ku wan bibîr bînin. Em viya wek deynê stûyê xwe dizanin. Lêkolînkirina dîroka me deynê stûyê me ye. Em kurd in, bi hezarên salan e em li ser vê axê dijîn. Li ser erdnîgariya me ji her nijadê însan hene. Ez mirovek sosyalîstû humanîst im. Ez her kesê bi zilmê û neheqiyê re rûbirû dimîne diparêz im. Ez alîgirê hemû gelên bindest im.”    Dûymaz destnîşan kir ku ew bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin û wî ne propaganda kesên ku ji bo têkoşîna gelê kurd têkoşiyane bi bîr anye û rêz ji wan re girtiye.    ‘NIKARIN ME BITIRSÎNIN’    Dûymaz anî ziman ku Tirkiye di bin enqazê de ye û got: “Çar wezîr derdikevin nikarin biaxivin. Balafirek tine ku şewatan vemirîne. Em alîgirê aştiyê û azadiyê ne. Ez dikim û nakim destê min ji vê axê nabe. Ez dikarim biçim Ewropayê jî, lê çima ez ê biçim. Ev ax axa me ye. Zarokatiya min li vir derbas bû. Em feqîr bûn me lîmon, firîngî û îsot firotin. Bila me rehet berdin. Em diziya kesî nakin. Em gelê kurd gelekî xweşik in. Bila dawî liv ê polîtîkaya xwe ya çewisandinê bînin. Bila bi polîtîkayek cihêkariyê li me nenêrin. Lê çi dibe bila bibe em ê rojekî mafên xwe bi dest bixin. Îqtidar li ser kurdan polîtîkayek dike. Bila girtiyên azadiyê berdin. “Wê nikaribin bi du metrekareyan tariyê me bitirsînin. Em xwe îfade dikin. Em bi biryardar in û natirsin. Ez bang li gelê me dikim. Em ê berdewam bikin. Em nenijadperest in. Em jiyanek wekhev li vî welatî dixwazin.”    MA / Zemo Aggoz