Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan 2021-08-22 14:08:09   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê 8 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Li gundên Dêlezî û Xurekana Serî yên bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve, di 19’ê tebaxê de leşkeran avêtibû ser gund û malan û 8 kes binçav kiribûn. Piştî ku îfadeyên 8 kesan li qereqolê temam bû sewqî edliyê hatin kirin. Dadgeha Cezayê Silhê ya Geverê ya Nobedar bi şertê kontrola edlî 8 kesan berda. Hat zanîn ku her 8 kes bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin.