Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin 2021-08-22 14:32:24   AMED - Li Girtîgeha Xarpêtê, derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de 9 girtiyên jin de bi hêceta stranên kurdî gotine lêpirsîn hat destpêkirin.    Sepan û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan berdewam dikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Sseroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de derbarê 9 jinên girtî de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.   ZIMANÊ KURDÎ DÎSA BÛ ZIMANÊ ‘NAYÊ ZANÎN’    Li gorî nûçeya ajansa JinNewsê bi hêceta ku jinên girtî stranên kurdî gotine û bi zimanek nayê famkirin govenda devkî girtine û bi zimanekî nayê famkirin sirûd xwendine lêpirsîn hatiye destpêkirin.