Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome 2021-08-22 15:24:40   WAN - Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de li navçeya Elbaka Wanê bi konsera Aryen Kom Ensturumal dest pê kir.    Festîfala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê ve li Wanê tê lidarxistin. Festîval di roja 2’yemîn de berdewam dike. Festîvalê îro bi konsera Aryen Kom Ensturumal li trawertanên (peri bacalari) li gundê Taxikê ya bi ser navçeya Elbaka Wanê ve dest pê kir. Aryen Kom Ensturumal li vir konserek da, govend hat gernadin û dengê dirûşm û tîlîliyan olan da.    Festîval wê li hewşa Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê bi dîwana dengbêjan û nîşandana fîlm berdewam bike.