Bavê Yuksekdag hat definkirin 2021-08-22 18:35:41 EDENE - Bavê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag Mevlut Yuksekdag hat definkirin.    Duh bavê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye Mevlut Yuksekdag, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da bû.    Yuksekdag, ji bo ku beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe, bi navbeynkariya parêzerên xwe serî li dozgeriyê da. Dozger destûr da ku Yuksekdag beşdarî merasîmê bibe. Yuksekdag, dibin tedbîrên ewlehiyek berfireh de, anîn goristana gundê Golovasi ya girêdayî navçeya Yumurtalik a Edeneyê.    Malbatê, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, parlamenterên HDP’ê Tulay Hatimogûllari, Mûrat Çepnî, Nimettullah Erdogmuş, Kemal Pekoz, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce û bi sedan kes Yuksekdag pêşwazî kirin.    HAT DEFINKIRIN   Cenazeyê bavê Yuksekdag Mevlut Yuksekdag, ewil ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê hat girtin û piştî wacîbeyên olî anîn Goristana Asrî ya Ceyhanê. Dûre cenazeyê Yuksekdag anîn goristana gundê Golovasi û spartin axê. Polîs û eskeran, ewlkariyek zêde li dardora goristanê girtin. Di dema definkirinê de, eskeran destûr nedan ku endamêm çapemeniyê dîmenan bikêşin.    Piştre li ber mala Yuksekdag a li taxa Gazîosmanpaşa konê şînê hat vedan û malbat wê di konê şînê de serdanan qebûl bike.