ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN 2021-08-23 09:00:36 * Esnafên jin, diyar kirin ku ji ber pandemiyê nikarin berhemên xwe bifiroşin û gotin: “Qezenca ma têra debara me nake.”  * Birayê Firat Nebîoglû yê di girtîgehê de, bi ker û korbûnê re rû bi rû hatiye hiştin Emrah Nebîoglû, xwest birayê wî tavilê bê berdan û ji bo wî banga hestiyariyê kir.    * Mîhrîban Yildirim a di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de neçarî koçberiyê hat kirin û di vê pêvajoyê de mecbûr ma ku di xaneyeke ne serober de dimîne, diyar kir ku dewleta bi awayekê erzan mala wan kirî,  ew xistin nava xizantiyek mezin.   * Jinên ku tevahiya emrê xwe, di nava malê de, bi paqijiyê, xwarin çêkirinê, li hevjîn, zarok, kal û pîran mêzekirinê derbas dikin, diyar kirin ku keda wan nayê dîtin û xwestin weke kedkarên malê bên pênase kirin û daxwaza ewlehiya xwe civakî kirin.   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 168’emîn de berdewam bike.    * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Amedê, dê "Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a 6 mehên yekem ên sala 2021'an" li avahiya komeleyê ji raya giştî re eşkere bike.(12.00)