Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe 2021-08-23 09:02:39 ÊLIH - Birayê Firat Nebîoglû yê di girtîgehê de, bi ker û korbûnê re rû bi rû hatiye hiştin Emrah Nebîoglû, xwest birayê wî tavilê bê berdan û ji bo wî banga hestiyariyê kir.  Girtiyê nexweşê gurçikê Firat Nebîoglû (24) yê li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê dimîne, ji ber ku nayê dermankirin bi ker û korbûnê re rû bir û hatiye tiştin. Nebîgolû 6 salin girtiye. Di sala 2015’an de, 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Nebîoglû hatibû birin. Nebîoglû yê şandin girtîgeha Êlihê, ji wir jî sîrgonê Gumuşhanê kirin û ji Gumuşhanê jî şandin girtîgeha Xarpetê. Nebîoglû yê her ku diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe ev saleke li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tipa T a Êlihê tê girtin.    Birayê Nebîoglû Emrah Nebîoglû derbarê rewş û pirsgirên birayê wî dijîn de axivî û wiha got: “Di şert û mercên girtîgehê de, birayê min nikare bê dermankirin. Divê serbest bê berdan. Gelek nexweşiyên birayê min hene. Berî bikeve girtîgehê jî, pirsgirêka çav û guhên wî hebûn. Piştî birayê min ket girtîgehê ev pirsgirêkn wî lê girantir bûn. Dema ku em hevdîtina bi telefonê dikin, dengê me naçiyê. Ji ber vê me jî bi dengê bilind diaxin ku dengê me biçiyê.”    ‘JIYANA WÎ DI TALOKÊ DE YE’   Nebîoglû, da zanîn ku birayê wî ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne û wiha bilêv kir: “Nexweşiya wî ya gurçikê heye. Ne pêkane ku di girtîgehê de tedawiya xwe bike. Divê derve bê dermankirin. Ger di girtîgehê de bimîne wê gurçikên wî îflas bikin. Di vê rewşê de jî divê her tim bikeve diyalîzê. Nexweşekê ku bikeve diyalîzê jî tu şansê wî/wê yê jiyanê nîne.”   BANG   Birayê Nebîoglû Emrah Nebîoglû, bang li parazvanên mafên mirovan kir û wiha got: “Jiyana birayê min di talokê de ye. Divê tavilê bê berdan. Her roja diçe, rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Divê mudaxileyî vê rewşê bê kirin. Em destûr nedin ku ji girtîgehan cenaze derkevin.”