Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê 2021-08-23 09:04:04 AMED - Mîhrîban Yildirim a di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de neçarî koçberiyê hat kirin û di vê pêvajoyê de mecbûr ma ku di xaneyeke ne serober de dimîne, diyar kir ku dewleta bi awayekê erzan mala wan kirî,  ew xistin nava xizantiyek mezin. Li navçeya Sûr a Amedê, di 2’yê Kanûna 2015’an, qedexeyên derketina kolanan hatin îlankirin û nêzî 30 hezar welatî neçarî koçberiyê hatin kirin. Piştî şer û pevçûnên li navçeyê bi dawî bûn, di 21’ê Adara 2016’an de, li 15 texan, 6 hezar û 300 parsel ên li adaya 368 bi biryara Desteya Wezaretan, weka “Qadên bi rîsk” hatin îlankirin. Wezareta Derdor û Bajarvaniyê piştî vê biryarê, bi lez û bez biryara gelemperîkirinê da. Li gorî danayên Odeya Avahîsazên Amedê, li navçeya Sûrê 4 hezar û 985 avahî ji ber şer û pevçûnan zirar dîtine. Li 6 taxên hatibûn gelemperîkirin hemû avahî hatin hilweşandin. Li şûna wan jî 500 mal û 200 kargeh hatin avakirin.    Mîhrîban Yildirim yek ji wan kesan e ku ji ber polîtîkayên koçberkirinê yên li Sûrê mexdûr bûye. Yildirim a ku mala wê ya li Taxa Cemal Yilmaz di dema qedexeyê de bêkar bû û demekê bi dayika xwe re li mala xwişka xwe rûnişt, piştî mirina dayika xwe ji vê derê veqetiye û li xaneyeke ne serober a li Taxa Îskenderpaşa bi cih bû.    BÊKARÎ Û BÊMALÎ   Yildirim a ku amûrên tenduristiyê difirot, di fîrmehek taybet de weke şêwirmendiya firotinê dixebitî. Piştî ku cihê karê wê hat girtin, bêkar ma. Bi destpêkirina şer re jî neçar ma ku mala xwe terk bike. Yildirim piştî windakirina karê xwe, mala xwe jî winda dike. Yildirim, bal kişand ser rewşa xwe û wiha axivî: “Di dema pêvajoya qedexeyê de mala me zirar dîtibû. Ji ber vê rayedaran ez ji malê derxistim. Piştî mehekê, ji bo tespîta zirar bangî me malê kirin. Dema ez hatim malê, di malê de tiştk saxlem nemabû. Hemû tiştên me parçe bibûn. Bêyî ku em tiştekê derxin, ji malê derketin.”   JI BO MAL 14 HEZAR TL DIYAR KIRIN   Yildirim, da zanîn ku tiştî tespîta xisar, ji Miduriyeta Polîsan a Navçeyê bangî me kirin û diyaloga xwe ya bi Midûrê Polîsan re kiribû wiha vegot: “Midur ji me re got, ‘îmze bavêjin û perê xwe bigirin.’ Dema min pirsa pere çiqas kir jî, got ’14 hezar lîraye.’ Li ser vê yekê min ji midur re got, ‘bi 14 hezar liran ezê nekarim lîsekê mirişkan jî bikirim. Biborîne, ez nikarim îmze bikim.’ Piştî tespît xisar hezar û 500 din jî dan min. Min ev hezar û 500 lîra jî girt. Ez neçar mam ku bigirim, ji ber ku ji min re gotin ‘Ger hûn bigirîn, bigirin, lê ger hûn nebin, em vî perejî nedin we.    EŞYA Û PENCERE TUNEYE    Yıldırım, da zanîn ku ev 3 salin di xaneyek neserober de dijî û wiha behs rewşa mala xwe kir: “Eşyayeke min ê rast û dirûst tuneye. Ji ber ku makîneya cilşûştinê tuneye, ez kincên xwe li mala cîranên xwe dişûm. Dîsa ava min a gerim tuneye. Ez li mala hevala xwe serê xwe dişûm. Pencereyên mala min tuneye. Sobe tuneye. Min vê zivistanê bi lihêfa hirî ya ku hevala min da bû min, derbas kir. Dewletê em ber bi vê xizantiyê ve dehf da. Ger dewletê ev yek nekiriba, ez ê niha li mala xwe bûma. Niha ji bo xanî ez 300 TL kirê didim. Dema ez çira li wir vemirînim, hundurê xanî mîna şikeftekê tarî dibe.”   Yıldırım a ku bi piştgiriya cîran û hevalên xwe li jiyanê digire, wiha bi dawî kir: “Ez nikarim hemû pêdiviyên xwe pêş wazî bikim. Ez li benda alîkariyê em.”