Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran 2021-08-23 10:46:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Şemê Ramo ya li Şengalê di berxwedanê de pêşengiyê dike, got: "Axa ku me bi xwîna şehîdên xwe rizgar kiriye, em ê nedin tirsanokan. Heta ku dilopek xwîn, di laşê me de hebe em ê tebikoşîn." Di 16'ê tebaxê de balafirên Tirkiyê bombe li Sûka Kevin a navenda Şengalê barandin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 17'ê tebaxê de jî, balafirên şer ên Tirkiyê li nexweşxaneyek Şengalê xistin û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Balkêşe ku êriş di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Mûsil û Kerkûkê de pêk hat. Li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê bertek û nêrazîbûn, zêde ne.    Li Şengalê Dayika Şemê Remo ya ku bi berteka xwe ya li dijî leşkerên Iraqê bûye sembol û di hemû çalakiyan de, pêşengiyê dike derbarê êrişên li dijî Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'DI VÊ ÊRIŞÊ DE IRAQ HEVALÊ TIRKIYEYÊ YE'    Dayika Şemê, anî ziman ku êrişa li dijî Şengalê dijminahiya li hemberî Êzidiyan carek din raxist berçavan û wiha axivî: “Di serî de kesên ku di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim û ji kesên ku bi birîndarî rizgar bûn re jî şîfayê dixwazim. Serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazımi wê bi Şengalê re hevdîtin bikira. Kazimî bi Şengalê re di nava têkiliyê de bû. Di qetilkirina Mam Zekî de jî tiliya Iraqê û Emarîka hebû. Di hefteya salvegera Mam Zekî de êriş kirin û di encama vê êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û braziyê wî qetil kirin. Serokwezîrê Iraqê bi Seîd Hesen re axivî bû û jê re gotibû ji bo tifaqê werin gundê Koço em hevdîtinê pêk bînin. Lê derewîn derket. Ew roja ku digotin em ê hevdîtin bi we re bikin, êriş kirin û fermandarê me Seîd Hesen qetilkirin. Di vê êrişê de jî Iraq hevalê Tirkiyeyê ye. Heger berevajî vê be bila bibêje. Hîna 2 roj bi ser êrişê re derbas nebûn, li nexweşxaneya gundê Sikêniyê xistin. Li nexweşxanê zarokên Êzidiyan hebûn. Ew zarokên ku şeref û namûsa Iraqê parastin hebûn. Di vê êrişê de ala Iraqê perçe perçe kirin. Şerme ji Iraqê re. Wê demê bila êdî ala Iraqê neyê rakirin. Zarokên Êzidî di bin ala Iraqê de şehîd bûn. Fermandarê me Seîd Hesen di bin vê alê de şehîd bû.”   'YEK JI ME JINÊN ÊZIDÎ BIMÎNE EM Ê DESTÛR NEDIN'    Şemê Remo, diyar kir ku li dijî her cure êrişan civaka Êzidî bi berxwedaneke bêhempa têdikoşe û wiha bilêv kir: “Em Êzidî bi hezaran qirkirinan re derbas bibin jî em ê xelas nebin. Em ê her li berxwe bidin û li dijî êrişên dijmin bisekinin. Axa ku me bi xwîna şehîdên xwe rizgar kiriye em ê nedin tirsanokan. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê têbikoşîn. Em ê xwîna zarokên xwe nefiroşin van xwe firoş û xwîn xwaran. Li dijî van êrişan kengî Iraqê, Başûrê Kurdistanê, Rusya, Emrîka û hêzên navnetewî dengê xwe derxistiye? Ev 8 salin hê jî cenazeyên zarokên Êzidiyan di gorisitanên komî de wenda ne. Kengî van gotine em van goran vekin û lêkolîn bikin? Penaberên Êzidî di kampa Hol de ne. Kî kengî pirsa wan kiriye? Kengî ji bo vegera wan hewl dane? Em welatiyên Iraqê ne. Em heqê xwe ji wan dixwazin. Tenê yek ji me jinên Êzidî bimîne jî em ê nehêlin ku ew bikevin axa me.”   'BI MILYONAN SALIN NIKARIN ME XELAS BIKIN'    Şemê Remo, da zanîn ku wê soz daye jinên Êzidî ku ew ê heta dawiyê têbikoşe û wiha pê de çû: “Em ê tola wan ji dijmin bistînin. Ez ji şehîdên vê axê moral digirim. Em deyndarên zarokên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Di esasê xwe de, ev êriş tevlîbûna me ya berxwedanê zêdetir dike û em rêxistinbûyîna xwe berfirehtir dikin. Dewleta tirk weke Osmaniyan dibêje ku divê Êzidiyek tenê jî li ser rûyê erdê nemîne. Lê bi milyonan salane dewleta tirk nekariye me xelas bike û nikare me xelas jî bike. Ji îro û pê ve em Êzidî xelas nabin. Di her êrişkirinê de ew têk diçin û em zêde dibin."   'HEGER FERMANEK MEZINTIR ÇÊ BE…’   Remo, bi bîr xist ku ji dîrokê heta niha dewleta tirk di nav hewledanê de ye ku Êzidiyan tune bike û wiha dewam kir: “Li dijî van êiîşan hemû dewletên navnetewî bêdeng in. Bi vê bêdengiyê êrişan erê dikin û piştgiriyê didin. Lê em xelas nabin. Dibêjin ku di Şengalê de PKK heye. Dema fermana 38'an de PKK li Şengalê hebû? Ji bo ku êriş bikin PKK'ê dikin hincet. Çav û guhên dewletan girtine. Ger dewletek di nav dewletên NATO'yê de hîn jî ev bawerî û civak neqedandibe û dev ji êrişên xwe berneda be, wê demê ev tê wê wateyê ku hêzên navnetewî piştgiriyê didinê. Dibêjin ku agir rabû xerbê, pêl bilindbû li şerqê.  Ev êriş çêdibin guh û çavên van dewletan girtine. Ango fermana mezintir wê ev dewlet bikin. Heger fermana mezintir rabe, wê demê jî yek mirov li ser vê erdê namîne.”   'JI ME HÊZ Û MORAL BIGIRIN'   Dayîka Şemê Remo, diyar kir ku kes û hêzên xwe li dijî van êrişan bêdeng bike, şirîkên van êrîşane û ev bangawazî li dayikên cîhanê kir: “Bangawaziya me ji dayikên cîhanê re heye, bila li me binêrin rabine ser xwe û ji me hêz û moral bigirin. Bila li Êzdatiyê xwedî derkevin. Mirovên ku axa wan nebe şeref, namus û kerameta wan jî nîne. Ew mirov nikare li derekê serê xwe rake. Bangawaziya min ji dayikan re ew e ku piştgiriyê bidin me û em bi hevre berxwe bidin. Dema ku em wiha tevbigerin, em ê heqê xwe bistînin û pişta dewletan bişkînin.”    MA/ Zeynep Dûrgût