Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir 2021-08-23 12:23:13   STENBOL - Piştevaniya Bogazîçiyê, ji bo şermezarkirina tayînkirina Nacî Încî yê li şûna Melîh Bûlû bang li hemû pêkhateyên zanîngehê kir ku li ber Rektoriyê kom bibin.   Piştî Melîh Bûlû yê ji aliyê Serokkomarê AKP’î Erdogan ve weke qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin vê carê wekîl û alîkarê qeyûm Nacî Încî tayînî zanîngehê hat kirin. Piştevaniya Bogazîçiyê, di daxuyaniya da de, bang li hemû pêkhateyên zanîngehê kir ku li pêş Rektoriyê kom bibin.    Piştevaniya Bogazîçiyê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da û ev bang kir: “Weke Piştevaniya Bogazîçiyê, em bang li hemû pêkhateyan dikin. Li şûna Melîh Bûlû yê qeyûm, pîyonê nû Nacî Încî ji aliyê Serokkomarê 12’emîn ve hat tayînkirin. Ji bo honandina têkoşîna hevpar a hemû pêkhateyan, em li bendêne her kes saet 13.00’an li ber Rektoriyê kom bibin û vê rewşê şermezar bikin.”