Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin 2021-08-23 13:38:17 WAN - Endamê SES’ê Agît Demîrkiran ê ji ber qeyûm ve ranebû pêya, ewilî sirgûnî navçeya Ebexê kirin û pişt re jî sirgûnî Yozgatê kirin.    Endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Wanê Agît Demîrkiran ku li Miduriyeta Navenda Xizmeta Civakî ya Şerîf Onat a Wanê wezîfeyê dike, bi boneya ku ji ber qeyûmê navçeya Rêya Armûşê Sînan Aslan ve ranebûye pêya, bi muameleya xerab re rûbirû ma. Agît Demîrkiran ji ber ranebûye pêya ewilî sirgûnî navçeya Ebexê ku ji navenda Wanê dûr e kirine û niha jî sirgûnî Yozgatê kirin.    Bûyera ku Demîrkiran ji ber qeyûm ve ranebûye ser pêya di 24’ê gulanê de qewqimî ye. Polîs, Demîrkiran binçav dikin û wî bi muameleya xerab re rûbirû dihêlin. Bêyî ku derbarê Demîrkiran de lêpirsînek edlî û îdarî were destpêkirin, di bin navê “wezîfeyê” de sirgûnî navçeya Ebexa Wanê kirin. Niha jî di bin navê “wezîfeyê” de Demîrkiran sirgûnî Miduriyeta Xizmetên Xebatên Malbat û Civakî ya Yozgatê hat kirin.    SES’Ê BERTEK NÎŞAN DA   Şaxa SES’ê ya Wanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî vê biryara sirgûnkirina endamê xwe da. Hevserokê Şaxa SES’ê Zekî Seven daxuyanî da û got ew bi tundî li dijî vê biryarê derdikevin û qebûl nakin.