Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan 2021-08-23 13:57:26 STENBOL - Endamên hîndekariya Zanîngeha Bogazîçiyê, Nacî Încî yê weke “rektorê qeyûm” bi biryara Serokkomarê AKP’î Erdogan tayînî zanîngehê hatibû kirin, bi meşekê şermezar kirin.      Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî Melîh Bûlû, wekîl û alîkarê wî Nacî Încî weke qeyûmê rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê kir. Hîndekarên zanîngehê ji bo îtîraz û şermezarkirina vê biryarê meşek li darxistin. Akademîsyenên li pêş Kampusa Bakur a Zanîngehê kom bûn heya Kampusa Başûr meşiyan. Akademîsyenên dowîzên “Ji sedî 95 red dikin” û “Em tayînkirina qeyûm qebûl nakin” vekirin, dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, em ê bimînin”, “Bi tena serê xwe xelasî tuneye, ya hemû bi hev re, yan jî ne tu kes” berz kirin.     Meş dûre li Kampusa Başûr bi dawî bû. Xwendekarên Bogazîçiyê, wê saet 17.00’an li pêş Kampusa Başûr daxuyanî bidin çapemeniyê.