Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin 2021-08-24 09:00:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Îbrahîm Êzidî tekildarî herdu êrişên li ser Şengalê axivî û got: "Ev êriş bi awayeke hevbeş pêk hatiye. Ji ber ku şehîd Saîd Hesen bi berpirsên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anîbû û civîna wan bi dawî bûbû û ji bo pêşwazîkirina Mistefa Kazimî bikin di nava Şengalê de, hedef hat girtin.”  Di 16'ê tebaxê de balafirên Tirkiyê bombe li navenda Şengalê Sûka Kevn barandibûn û di encama êrîşê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û birazîyê wî şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn. Di 17'ê tebaxê de jî balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li ocaxa tenduristiyê ya li gundê Sikêniyê ya bi ser Şengalê ve barand û di wê êrişê de jî 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Herdu êrişên hewayî yên ku di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Musil û Kerkûkê de pêk hatin bûn sedemên gumanan.    Rojnamevan Îbrahîm Êzidî yê ku herdu êrişên hewayî ji nêz ve dişopand, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    'DI DEMEKE WIHA DE EV ÊRIŞ NE JI RÊZÊ YE'    Êzidî, diyar kir ku êrişên pêk hatin, ji berê ve hatibûn plankirin û wiha got: “Di vê êrişê de kesên ku li hemberî DAIŞ’ê di têkoşînê de pêşengî kirin hatin hedefgirtin. Roja ku êrişa yekem a li ser Şengalê çêbû, em weke rojnameger li navenda Şengalê bûn. Ji ber ku di wê rojê de serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ji bo Şengalê hebû. Kazimî di vê serdana de wê bi taybetî aliyên leşkerî, siyasî û rêveberiya MXDŞ'ê re hevdîtinan pêk anîbûya. Ji me re hatibû gotin ku wê seat li 13.00’an bigihîje navenda Şengalê. Seatekî beriya vê serdanê êriş pêk hat. Di vir de hedef girtina şehîd Seîd Hesen mirov dikare bi gelek şêwazan şîrove bike. Yek wê dide diyarkirin ku dewleta tirk çi hesabê ji dewleta Iraqê re nake. Peyameke zelale ku dibêje em rêzê ji serweriya Iraqê re nakin û dibêje ku em kengî û kîjan kêliyê bixwazin em dikarin êriş bikin. Mirov dikare bi vî şêwazî beşekî vê êrişê şîrove bike. A dîtir jî ev êriş ji bo pêkanîna ‘Peymana 9'ê Cotmehê’ ya ku di navbera dewleta tirk, PDK'ê û Mistefa Kazimî de bû. Di van demên dawî de raya giştî jî pê hesiya ku Şengal bi ewle ye. Hêdî hêdî gel vedigere ser axa xwe. Bi taybetî jî di salvegera fermanê de hejmara vegerê zêde bûbû. Ew ‘Peymana 9'ê Cotmehê’ îrade, berxwedan û têkoşîna civaka êzidî li ber çavan nehat girtin. Mistefa Kazimî dema ku serdana Şengalê bike, da diyar kirin ku Şengal ewle ye. Heger Şengal ne ewle bûya serokwezîrê dewletê wê nikaribûya serdana Şengalê bikira. Ji bo ku ev mijara ewlekariya Şengalê were berovajîkirin, ev êriş pêk hat. Lê li gorî nêrîna me ev êriş bi awayeke hevbeş pêk anîn. Ji ber ku şehîd Seîd Hesen bi berpirsên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anîbû û civîna wan bi dawî bûbû û ji bo pêşwazîkirina Mistefa Kazimî bikin di nava Şengalê de hedef hat girtin. Ji ber wê jî hê guman zêdetir dibin. Di demeke wisa de ev êriş ne ji rêzê bû. Beriya niha çend caran êriş çêbûn, lê tu êriş ne weke van êrişan bû. Bi taybetî jî hedef girtina Seîd Hesen û nexweşxaneya Sikêniyê ne ji rêzê bûn.”    'KAZIMÎ HEVKARÊ VÊ ÊRIŞÊ YE'   Êzidî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hikumeta Iraqê û da zanîn ku ev êriş hevbeş pêk hatine û wiha domand: “Di vir de tişta balkêş ew bû ku piştî êrişê çend seatan Mistefa Kazimî di gundê Koço de daxuyanî da, lê bi tu awayî behsa êrişê nekir. Her wiha ji aliyê berpirsên Iraqê ve sersaxî jî ji malbatan re nehatiye xwestin û behsa êrişê nekirine. Tenê behsa pêkanîna ‘Peymana 9'ê Cotmehê’ kirin û gotin Şengal ne bi ewle ye. Ji bo ku destê wan ji bo ‘Peymana 9'ê Cotmehê’ xurt bibe, ev êriş pêk anîn. Êriş li ser vî esasî pêk hat. Di dema serdana Mistefa Kazimî de êrişek bi vî rengî dixwazin bibêjin ‘Peymana 9'ê Cotmehê pêk nehatiye’ ev êriş jî wê berdewam bikin. Di hevdîtinên beriya niha de jî gelek caran gef li civaka êzidî û rêveberiya xweser hatin xwarin. Gotin ‘Heger hûn rê li ber peymana 9'ê cotmehê bigirin wê dewleta tirk êriş bike’. Dewleta tirk bi xwe jî daxuyaniyên wiha çend caran daye û diyar kiriye ku heger Iraq û PDK nikaribin vê peymanê pêk bîne ew ê bi xwe bikevin dewrê. Erê rast e ev êriş bi destê dewleta tirk pêk hatiye, lê di vê êrişê de ne tenê destê dewleta tirk heye. Hevkarê wan PDK û Kazimî hevkarê vê êrişê ne. Heger ne wisa ba wê helwest nîşan bidana."   'DIXWAZIN BI VAN ÊRIŞAN HEYFA DAIŞ'Ê BISTÎNIN’    Êzidî, destnîşan kir ku cihên hatine bombebarankirin qada berxwedana civaka êzidî ya li dijî DAIŞ'ê ye û got: “Di van êrişan de xwestine ku berdewamiya fermanê bînin û kesên ku di fermanê de pêşengiya berxwedana civaka êzidî kirin, tune bikin. Seîd Hesen jî yek ji van kesan bû. Destpêkê li hemberî DAIŞ'ê rabû û bi saya wî û hevalên wî DAIŞ ji Şengalê hat derxistin û bi hezaran êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Ev êriş ji bo tolhildana DAIŞ'ê ye. Kê li dijî DAIŞ’ê şer kiribe, êrişî wan dikin. Ji xwe cihê ku Seîd Hesen tê de hatiye hedefgirtin jî cihê berxwedanê bû. Li wir DAIŞ hatibû tunekirin. Li gorî nêrîna min ji bo ku heyfa DAIŞ’ê were sitendin ev êriş pêk hatiye. Ev êriş çi dide diyar kirin? Yek hevkariya dewleta Iraqê û bêdengiya wan dide diyar kirin, a dîtir jî serweriya Iraqê nîne. Tenê navê wê heye. Ya dîtir jî exleqê dewleta tirk dide diyarkirin. Tişta ku di hemû qanûnên navnetewî de heye, bombebarankirina nexweşxaneyekî sûc e. Tişta ku li Serêkaniyê pêk anîn, li Şengalê didin berdewamkirin. Bombebarankirina nexweşxaneyê sûc şer e.”    'TU HÊVIYA ÊZIDIYAN JI IRAQÊ NEMA'    Êzidî anî ziman ku tu rol û mîsyona dewleta Iraqê nemaye û got: “Hêviyên civaka êzidî û rêveberiya xweser ji Iraqê nemane. Mirov nikare bibêje ku ew ê êdî pişta xwe bidin Iraqê. Niha jî hezên Iraqê di Şengalê de hene. Hejmareke zêde yê Artêşa Iraqê li Şengalê hene. Lê ev hêz ji girtina ewlehiyê bêtir ji bo ku pêşiyê li çalakiyên civaka êzidî bigirin hatine bicihkirin. Dema ku yek bê nasname be desteser dikin, dema ku yek behsa dewletê dike dester dikin. Ji bo vê hatine Şengalê. Jixwe di sala 2014'an de nikaribûn li axa êzidiyan biparêzin û reviyan çûbûn. Niha jî nikarin ji esman ve êzidiyan biparêzin. Heger YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê û îradeya civaka êzidî ne wisa bi hêz bûya, wê DAIŞ di her milî de êriş bikira. Lê hêzên Şengalê bi îradeya xwe ya berxwedêr nahêlin ku DAIŞ bi ser Şengalê ve were.”    MA / Zeynep Dûrgût