Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan 2021-08-24 09:00:30 SÊRT - Muzîkjen Metîn Kiliçaslan ku ji 5'ê Hezîrana 2015'an heya niha girtiye û di Girtîgeha Bandirma ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, di 15'ê nîsana 2021'an de diviyabû bihata berdan, lê ji ber ku Dadgeha Bilind derbarê dosyeya wî de biryar nedaye, nayê berdan.  Muzîkjen Metîn Kiliçaslan di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Sêrtê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û paşê hatibû girtin. Bi hinceta tevli Newrpzê û mîtînga HDP'ê bûye, derbarê Kiliçaslan de di ku Girtîgeha Bandirma ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, îdianame hatibû amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bi giştî 12 sal ceza li Kiliçaslan birîbû. Parêzerê Kiliçaslan, îtiraz kiribû û serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dabû. Dadgehê tenê qeydên telefonê wekî delîl hesibandin û 7 sal û nîv ceza lê birîbû û parêzerê dosyeyê Cîhan Toprak serî li Dadgeha Bilind dabû.    Kiliçaslanê ku 6 sal û 9 meh in girtiye, diviyabû di 15'ê Nîsana 2021'ê de bi awayekî şertî bihata berdan, lê ji ber ku Dadgeha Bilind derbarê dosyeyê de biryar nedaye, nayê berdan.    Dosyeya Kiliçaslan bi salan e li Dadgeha Bilind e. Di qeydên telefonan de ku ji ber vê ceza hatiye birîn, axaftinên Kiliçaslan ên bi hevalê xwe re kirine. Kiliçaslan, di telefonê de ji hevalê xwe re gotiye "li taxê dawet heye" û ev yek wekî "şîfreyeke rêxistinê" hatiye hesibandin.    ÎŞKENCE   Bav Gurgîn Kiliçaslan, anî ziman ku kurê wî bi awayekî bêhihiqûqî hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê de hatiye îşkencekirin. Bav Kiliçaslan got: "Ev îşkence heta girtîgehê domand. Hevdîtinên telefonê, çûyîna wî ya dawetan sûc hatiye hesibandin. Ji ber ku bi kurdî stran gotine ev îşkence lê kirin. Lê kurê min tu carî dev ji kurdî berneda. Ev êrîş, êrîşa li ser çand û zimanê kurdî ye."    Bav Kiliçaslan bilêv kir ku kurê wî 6 sal in du zarokên xwe nedîtine û got: "Niha cezayê wî bê pesend kirin jî dewlet deyndarê wî ye. Tu sûcekî wî tune ye, lê nêzî 7 sal in girtiye. Em heqê xwe helal nakin."