Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin 2021-08-24 11:24:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyê çoltera navçeya Pêncwên a bi ser Silêmaniyê ve bombebaran kirin. Li gorî nûçeya RojNewsê; balafirên şer ên Tirkiyê serê sibê çoltera navçeya Pêncwên a Silêmaniyê ve bombebaran kirin. Qeymeqamê Pêncwênê diyar kir ku di êrişê de mirî an jî birîndar neqewimîne.