Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir 2021-08-24 13:37:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Profesorê kurd Nadir Nadirov di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    Profesorê kurd Nadir Nadirov di 87 saliya xwe de koça dawî kir. Keça Nadirov, Endama Meclîsa Gel a Kazakistanê Narin Nadirova li ser hesabê xwe yê Twitterê wefata bavê xwe ragihand û got: "Mixabin min îro bavê xwe winda kir. Wateya gotinan nema..."    Nadirov di sala 1932'yan de li Nahçivanê hatiye dinê û malbata wî di sala 1933'yan de sirgûnî Kazakistanê tê kirin. Nadirov têkildarî kurdên Sovyetê gelek xebat kiriye û ji ber ew endezyarê neftê ye li ser kîmya û neftê gelek pirtûk nivîsandiye û makale amade kirine.