ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-25 09:00:23 * Girtiyên nexweş Mehmet Alî Çelebî ku pençeşêr lê peyda bûye û felcî bûye, ji ber tenduristiya xwe hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye. Malbata wî ragihand ku Çelebî zihîf bûye, bûye 56 kîlo û xwest bê berdan.  * Halît Dayan ku kurê wî Sînan Karaer di binçavan de hatiye îşkencekirin, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û xwest bên berdan.    * Esnafan diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Şaredarê AKP'î yê Beyoglûyê Haydar Alî Yildiz jî ku li bazarê digeriya, parast ku krîz tune ye û got: "Gel dibêje 'ez nikarim bistînim', lê halbûkî her kes dikare bikire."    * Saziya Tiba Edlî (ATK) bi raporên xwe, taloqkirina înfaza girtiyên nexweş asteng dike. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku ATK divê rêgeza edaletê esas bigire.    * Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1999'an heya niha ji bo hevdîtinê hezar û 817 caran serlêdan kirine û ji van serlêdanan hezar û 375 jê hatine redkirin.    * Bi hatina demsala payîzê re li quntarên Çiyayê Gabarê jinan dest bi çêkirina dimsê kirin.    * Çalakiya nobeta “Edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 170’emîn de dewam dike.   * Hêzên Ked, Aşî û Demokrasiyê yên Stenbolê, wê bernameyên xwe yên têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê Cîhanê, li avahiya Şaxa Hejmara 3 a Egîtîm Senê eşkere bikin. (11.00)   * Têkildarî danişîna doza Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar ê di sala 1993'yan de li Êlihê hat qetilkirin a li  6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin, bi beşdariya malbat û parlamenteran civîneke çapemeniyê li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê were lidarxistin. (12.00)